Li Amedê bi rojan e elektrîka du gundan nîne

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Elektirîk Gundê Çermoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê bi rojan e elektrîka gundê Çermoyê yê Sûrê û mezraya Yakûtlarê ya gundê Geliyê Qasanê yê navçeya Pasûrê nîne.

Hat zanîn ku heta niha Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi qutbûna elektrîkê re eleqeder nebûye.

Li Gundê Çermoyê yê Sûrê 5 roj in û li mezraya Yakûtlarê ya Gundê Geliyê Qasanê jî hefteyek e elektrîk nîne.

Li gorî agahiyan li gundê Çermoyê trafoya elektrîkê şewitiye.

Li gund karebaya çend malan heye lê malên din bê kareba ne.

Xelkê gund diyar kir ku çend roj in li berpirsên DEDAŞê digerin û wan ji gundiyan re gotiye, "Em dê bên çareser bikin."

Lê heta niha jî karmendên DEDAŞê neçûne elektrîka gund çareser nekiriye.

“Gelo hûn ji ber encamên hilbijartinê gelê Amedê ceza dikin?"

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren jî li ser hesabê xwe yê Xê bal kişand ser rewşa wan her du gundan û got:

"Li gundê Çermoyê û mezraya Yakûtlara gundê Geliyê Qasanê ev hefteyek e elektrîk nîne.

Gelek malbat bi rojan in bê elektrîk dijîn.

Birêz rêveberiya DEDAŞê, hûn çima bersivê nadin xwestekên gundiyan û li telefonên wan venagerin?

Çima bi rojan e hûn nikarin pirsgirêkên wiha biçûk çareser bikin?

Gelo qey hûn ji ber encamên hilbijartinê gelê Amedê ceza dikin?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst