Îro li Bakurê Kurdistanê cejn û berf û baran e

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Berf Baran Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li parêzgehên Colemêrg, Şirnex, Amed, Sêrt û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur dibare.

Li cîhan û Kurdistanê cejna Remezanê tê pîrozkirin û li bilindahiyên Wanê û navçeya wê Elbakê jî berf dibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber barana zêde hişyariya lehî, brûsk, zîpik, bahoz û qelebalixiya trafîkê da.

Herwiha ji bo herêmên bilind jî hişyariya aşût û hezazê hat dayîn û ji xelkê hat xwestin tedbîrên pêwîst wergirin.

Li bajarên Colemêrg, Şirnex, Amed, Sêrt û Êlihê baraneke gur dibare.

Li Wanê berf bariya

Li deverên bilind ên Wanê berf û li navenda bajêr jî baran bariya.

Li ser rêya Wan û Colemêrgê bi şevê berf bariya û şofêran tengasî kişand.

Li navendê jî ji ber barana gur li hin taxan lehî rabû, avê da binê hinek xaniyan.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser agahdarkirinê çûn hewara herêmên ku lehî li wan rabûye.

Li navçeya Elbakê jî duh baraneke gur bariya û sibehê jî veguherî berfê.

Navçe di binê berfê de spî bû û welatî wextê ku ji bo nimêja cejnê û ziyareta goristanê ji malên xwe derketin, rastî berfê hatin.

Li hêla din, li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê dê îro pileya germê bi vî awayî be:

  • Erzirom: 13°C
  • Qers: 12°C
  • Meletî: 18°C
  • Wan: 14°C
  • Amed: 17°C
  • Dîlok: 19°C
  • Sêrt: 17°C
  • Riha: 22°C

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst