AMED - Di pevçûna zarokan de 2 kes birîndar bûn

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Bismil Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya Amedê, di pevçûna di navbera zarokan de 2 kes bi derbên kêran birîndar bûn.

Li navçeya Bismilê ya Amedê, li cadeya Ewlehiyê di navbera du koman de pevçûn derket.

Li gorî nûçeya DHAyê, di navbera çend kesên ji 18 salî biçûktir de nîqaş derket.

Piştî demekê nîqaş veguherî pevçûna bi kêran.

Di pevçûnê de 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn bi derbên kêran birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midexaleya ewil veguhastin nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst