Karsazê ji Ebexê alîkarî da xwendekarên zanîngehê

10-04-2024
Ferdî Sak
Nîşan Şemsettîn Bozkurt Ebex Xwendekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê ji Wanê Şemsettîn Bozkurt ragihand ku ew dixwaze alîkariya madî bide hemû xwendekarên zanîngehê yên ji navçeya Ebexê ya Wanê.

Karsazê Kurd Şemsettîn Bozkurt li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke alîkariyê ji bo xwendekarên zanîngehê yên ji navçeya Ebexê ya Wanê belav kir.

Bozkurt di peyama xwe de bangî xwendekarên Ebexê kir ku li gel wî bikevin pêwendiyê da ku ew alîkariya madî bide wan.

Şemsettîn Bozkurt di peyama xwe de got:

“Roj baş bajariyên min ên dilovan. Ez bangî hemû bajariyên xwe yên ji Ebexê dikim.

Li kîjan devara Tirkiyeyê xwişk û birayekî min ê xwendekarên zanîngehê yên ji Ebexê hebe, bila bi peyamekê xwe bighîne min.

Bi izna Xwedê çi ji destê min bê ez dê hewl bidim di vê cejnê de alîkariya wan bikim.

Hêvî dikim cejneke xweş derbas bikin.”

“200 xwendekarî xwe gihand min”

Şemsettîn Bozkurt derbarê vê kampanyayê de ji Rûdawê re jî axivî.

Bozkurt eşkere kir ku heta niha zêdeyî 200 xwendekarên zanîngehê xwe gihandiye wî û wî alîkariya cejnê daye wan û got:

“Min xwest bi vî karî di vê cejnê de ji xwendekarên hejar û ji malbatên xwe dûr re bibim alîkar.

Em bi qasî derfetên xwe alîkariyê didin xwendekarên Ebexê.

Eger derfetên me hebûna min dê gotiba ev alîkarî bila ji bo xwendekarên hemû Wanê be.”

“Bila karsazên din jî alîkariyê bidin xwendekarên Kurd”

Şemsettîn Bozkurt herwiha bi rêya Rûdawê bangî karsazên Kurd jî kir ku xwedî li xwendekarên Kurd derkevin û got:

“Bi vî karî armanca me ew e, em ji karsazên din re jî bibin mînak da ku ew jî alîkariya xwendekaran bikin.

Ew pereyê ku didin dibe ku ji wan re ne tiştekî mezin be lê ji bo xwendekarên hejar ku di kêmderfetiyan de ji malbatên xwe dûr dixwînin tiştekî mezin e.”

Şemsettîn Bozkurt kî ye?

Karsaz Şemsettîn Bozkurt sala 1969an li gundê Noşara Jorê yê navçeya Ebexê ya Wanê ji dayîk bûye.

Serokê berê yê Komeleya Karsazên Pîşesazên Organîze ya Wanê ye.

Serokê Grûpa Kompanyayên BOSAŞê ye û di kargeha xwe ya li  Wanê de kel û pelên îzalosyona germahiyê hildiberîne. 

Şemsettîn Bozkurt 5ê Kanûna Pêşîna 2023yan ji bo namzedbûna Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê serî li DEM Partiyê dabû lê ew nehatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst