Rêya Wanê ji ber hezazê li 3 cihên cuda hat girtin

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Hezaz Girtina Rê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li deverên bilind ên Wanê berf bariya û li hinek taxên bajêr jî ji ber barana zêde lehî rabû.

Herwiha rêya bejahiyê ya Wanê ji ber hezazê li 3 cihan hat girtin.

Li bajêr şiliya ku ji duh ve bê navber dibare bandoreke neyînî li jiyanê xelkê kir.

Li ser rêya Wan-Colemêrgê ji ber berfa ku bi şev bariya şofêran zehmetî kişand.

Ji ber barana zêde li hin taxan lehî rabû û avê da bin xaniyan.

Tîmên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, midaxeleyî taxên ku lehî rabû kir.

Li navçeya Elbakê ya Wanê piştî barana bihêz a duh, îro sibehê jî berfê dest pê kir.

Welatiyên ku sibehê zû hişyar bûn, di bin berf û baranê de çûn serdana goristanê.

Rêya Colemêrg-Wanê hat girtin

Li aliyê din rêya Colemêrg-Wanê ji ber hezazê li sê deverên cuda hat girtin.

Tîmên pêwendîdar dest bi vekirina rê kiriye.

Ji ber baranê li ser rêyan av kom bû û li hin cihan jî ji ber ava ku ji jor de diherikî ax û kevir kom bûn.

Li devera Depînê ya li ser rêya Colemêrg-Wanê, di tunela nêzîkî gundê Dêzê de hezaz çêbû.

Li ser vê yekê ekîbên Rêbejê û Îdareya Taybet a Parêzgehê çûn cihê hezazê û wan ji bo vekirina rê dest bi xebatê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst