PWK: Em êrişa li gora Medet Serhat şermezar dikin

10-04-2024
RÛDAW
Nîşan Medet Serhat PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê li ser êrişa li gora parêzerê Kurd Medet Serhat daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew wê êrîşê şermezar dikin.

Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îşev li ser êrişa gora parêzer Medet Serhat daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

PWKyê di daxuyaniya xwe de got:

“Em êrişa ku li mezelê parêzerê welatperwerê Kurd Medet Serhat hatiye kirin şermezar dikin

Li gorî agahdariya ku Rûmet Serhatê kurê parêzerê welatperwerê Kurd Medet Serhat belav kiriye, hinek kesên nediyar, êrişî gora parêzerê Kurd Medet Serhat ya li Goristana Zîncîrlîkûyûyê ya navçeya Şîşliyê ya Stenbolê ye kiriye û mermerên gora wî şikandine, mezel texrîb kirine.

Em vê êrişa nemirovane û êrişakaran şermezar dikin.”

PWKyê di berdewamiya daxuyaniyê de bangî aliyên peywendîdar yên Tirkiyeyê kir ku di zûtirîn wext kiryarên vê êrîşê tesbît bikin û darizînin.

Çi bûbû?

Kurê Medet Serhet Rûmet Serhat ji Rûdawê re aşkere kiribû îro dema ji bo cejnê bi dayika xwe re diçe ser gora bavê xwe dibînîn ku êrîş li gora bavê wî ya li gorostana Zîncîrlîkuyuyê hatiye kirin û kêlên gorê hatine şikenandin.

Rûmet Serhat derbarê êrişê de got, “Roja Duşemê em dê li dijî wê êrişa kirêt serî li dadgehê bidin.

Serê min û yê malbata min ji ber bavê min bilind e. Bavê min heta ku sax bû xizmet ji bo miletê xwe kir.

Ew xizmeta wî îro jî nijadperest û faşîstan ditirsîne.”

Medet Serhat kî ye?

Medet Serhat li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Serhat li Zanîngeha Stenbolê beşa hiqûqê qedandiye. Di sala 1963yan de kovara Dengê derxistiye.

Di hilbijartinên sala 1979an de ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) bû namzetê parlamenteriyê yê Qersê.

Di salên 1980yî de wekî endamekî demkî tevlî Partiya Komunîst a Tirkiyeyê bû.

Di nava xebatên hiqûqî yên partiya DEPê de cih girt.

Herwiha Medet Serhat yek ji endam û damzrînerê Weqfa Gel û Azadiyê ya Kurd e ku di sala 1990î de hatibû avakirin.

Medet Serhat, di 12ê Çiriya Paşîn 1994an de li navçeya Erenkoyê ya Stenbolê, di encama êrîşeke çekdarî de li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin.

Heta niha jî doza kuştina Medet Serhat bi dawî nebûye û kujerên wî nehatine girtin.

Doza Medet Serhat jî eger heta 12ê Çiriya Paşîna 2024an bi dawî nebe dê wekî gelek dozên din ên salên 1990î ji ber 30 salên wê temam bibe dê ji aliyê hiqûqî ve were girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst