Xwendekarên Xezeyî ji Amedê banga rawestandina şer kir

10-04-2024
RÛDAW
Xwendkarên Xezeyî ji Amedê banga rawestandina şer kir / Wêne: AA
Xwendkarên Xezeyî ji Amedê banga rawestandina şer kir / Wêne: AA
Nîşan Xeze Xwendekar Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwendekarên ji Xezeyê yên li Amedê dixwînin, banga rawestandina şerê li Xezeyê kir.

Xwendekarên Filistînî yên ku li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dixwînin Cejna Remezanê bi dilekî xemgîn û ji malbatên xwe dûr pêşwazî dikin.

“Ez hest bi cejnê nakim”

Yusuf Elheddad ê ji Xezeyê got:

“Niha malbata min li Xan Yûnisê ye. Li Xan Yûnisê rewş gelekî xirab e. 

Ez niha li Tirkiyeyê me û nûçeyan li ser înternetê dişopînim. Tu bi temamî nizanî ka ew hest bi çi dikin.

Ji ber ku ez ji malbata xwe dûr û li vê derê me, bi temamî hest bi cejnê nakim û ew jî hest bi cejnê nakin.

Bi saya Xwedê ez dê cejna bê bi wan re bim.”

Piraniya xwendekarên Filistînî li Amedê dixwînin

Ji sedî 50ê xwendakarên Filistînî yên ji bo xwendinê hatine Tirkiyeyê, li beşên cuda yên fakulteyên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dixwînin.

Ew ji çarenivîsa malbat û mirovên xwe yên di nav şer de dilgiran in.

“Êş di dilê me de ye”

Xwendekara Xezeyî Sondos Alhassanatê jî got:

“Cejn ne cejn e. Tevî ku hevalên me li vê derê hewl didin me bixin nav keş û hewayeke wiha jî lê dîsa jî nabe.

Ji ber ku êş di dilê me de ye. Em li vê derê ne lê malbat, heval û kesûkarên me yên li wê derê dê çawa cejnê derbas bikin.

Dema min ji malbat û mirovên xwe 30 kes ji dest dan, cejn nabe cejn.”

Li gorî amaran ji destpêka şerê Hemasê û artêşa Îsraîlê ve, heta niha zêdeyî 33 hezar Filistîniyan û derdora hezar û 700 Îsraîliyî canê xwe ji dest daye.

Xwendekarên Filistînî ji Amedê banga civaka navdewletî û serokên welatan dikin ku demildest şerê li welatên wan were rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst