Li Amedê qeza: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li navçeya Sûrê ya Amedê du otomobîlên ku nasnameya şofêrên wan hîn jî nehatiye tesbîtkirin, li hev qelibîn.

Di qezayê de 7 kesên ku di otomobîlan de bûn, birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar piştî midaxaleya ewil veguhastin nexweşxaneyên bajêr.