'Dixwazin dosyeya komkujiya Cindirêsê bê girtin û tawanbar bên azadkirin'

Hewlêr (Rûdaw) - Îro, 21 roj di ser komkujiya bajarê Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê re serbas dibin. Malbatên qurbaniyan ditirsin ku tawanbar werin azadkirin û dosya were girtin.

Piştî derbasbûna 3 hefteyan di ser komkujiya Cindirêsê re, kesûkarên qurbaniyan ji azakirina tawanbaran ditirsin.

Ji bajarê Cindirêsê Yasmîn Mistefa ku hevjîn û dayîka qurbaniyane ji Rûdawê re axivî û bang li hemû aliyan kir ku nehêlin mafê qurbaniyan wenda bibe û hewl bidin vê zilmê bi dawî bînin.

Yasmîn Mistefa hevjîna Ferhedîn Osman dibêje " Îro 21 roj in komkujiya derheqê me kirine, Kanî!, heta niha we çi kiriye? Kê çi kiriye heta niha? Heta niha tiştek nehatiye guhertin ev 21 roj in. Wan di çend deqeyan de 4 zilamên me li erdê xistin, ev komkujî derheqê hemû gel de kirin, ji bo me ev 21 roj in heta niha kesekî tiştek nekiriye, sûc ji grûp daxistin Xişam, ji Xişam jî daxistin kesan û niha jî kes bê sûc derdikevin, em gihîştine wê astê ku êdî dê Ebû Hebîb bêsûc derbixînin. Li şûna bizanibin kî li paş Ebû Hebîb e û wî û yên li paş wî bigirin, lê di dawiyê de em gihîştine wê astê ku Ebû Hebîb bêsûc derdixin, Kanî dadperwerî, dadperwerî li ku derê ye?"

Tohmetbarê sereke yê komkujiya Cindirêsê, fermandarekî Ceyş el-Şerqiye Elî Xelef Ebû Hebîb e û xelkê parzêgeha Dêrezorê ye û ji aliyê Polîsên Serbazî ve hatibû girtin

Yasmîn Mistefa got jî "Ez bang li Serok Mesûd Barzanî dikim û ez bang li serokên hemû dewletan dikim, em mafên xwe dixwazin, em mafê van kesan dixwazin, eger ew hemû ji ber wan kesan ve bimirin dilê me hêsa nabe, herî kêm mafê wan 4 ciwanan winda nekin, bila ew di gora xwe de hêsa bin, êdî bes e ji vê zuldariyê re, êdî bes e, kanî ew sozên eşîran, ku dê mafên van kesan bibin, kanî hûn li ku derê ne, ev 21 roj in, we çi kiriye?"

Yek ji tohmetbarên sereke yên din Hesen el-Debih e ku ew jî fermandarekî grûpa Ceyş el-Şerqiyê ye heta niha nehatiye girtin.