'Tirkiye careke din di ber opozisyona Sûriyê de şer nake'

10-04-2023
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji hefteyekê ve, hikûmeta Sûriyê hêzên serbazî yên zêde ji naverasta Sûriyê dişîne eniyên rûbirûbênê li gel opozisyona Sûriyê li Îdlib û rojavayê Helebê. Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji bakurê rojavayê Sûriyê bi dest xistine, hêzên Fîrqeya 25 û Feyleqa 5 ku ser bi Rûsyayê ye ji beyabana naverasta Sûriyê tên vekişandin û ji bo navçeyên rûbirûbûnê li gel hêzên opozisyonê li navçeyên li jêr kontrola Tirkiyê tên şandin.

Hin şîrovekarên serbazî yên nêzîkî opozisyona Sûriyê dibêjin ku yan egera radestkirina hin navçeyan ji bo hikûmeta Sûriyê heye, yan jî hikûmeta Sûriyê dê nêzîk dest bi êrîşekê bike da ku wan navçeyan, bi tabet di navbera Daret Izê li bakurê rojavaylê Helebê û deriyê Bab el-Hewa li bakurê Îdlibê de kontrol bike û deriyê sînorî têxe destê xwe.

Derbarê wgera derketina şer li bakurê rojavayê Sûriyê, Dr. Mehmûd Ebas, nivîskar û şîrovekarê siyasî ji bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê re got, Tirkiyê careke din şer di ber opozisyonê de nake.

Dr. Mehmûd Ebas anî ziman "Eger şerekî mezin çê bibe û Tirkiye li hemberî leşkerên Sûriyê yan jî li hemberî leşkerên Rûsyayê piştgiriya opozîsyonê bike ev yek ez bawer dikim têkiliyên di navbera wan de ji vê derbas bûn û ev nema di wî warî de ye. Metirsiyeke din li cem Tirkiyê heye Amerîka û Ewropa bixwe dijî vê nêzikbûna di neqeba wê û rejîmê de ye. "

Newaf Xelîl, Rêveberê Navenda Kurdî ya Lêkolînan ji heman bernameyê re got, serkeftina di hindur de ji bo Erdogan ji mayina li Sûriyê girîngtir e.

Newaf Xelîl dibêje "Eger Erdogan bi serkeve êdî wê wê rûpela sedsaliya komara Ataturk bigre û wê komara Erdogan bê vekirin û metirsîdar e ku di van hilbijartinan de bi ser nekeve wê gelekî bihayên wê jî hebin, behsa gelek senaryoyan tê kirin, ji bo vê mesela mana li Sûriyê di beramberî ku Erdogan xewna xwe ya ku 20-30 sal e jê re kar dike û karibe desthilatdar bimîne û tiştê ku plan dike pêk bîne meseleya mana li Sûriyê eger mirov berawerd bike dibe meseleyekî ne ne mezin."

Eger berê rokêtavêjên artêşa Sûriyê careke din bi ser parêzgeha Îdlibê de bê dayin, egera dubarebûna van dîmenên koçberiya bikom ber ve Tirkiyê heye. Ev yek jî dê bibe fakterekî bandirdar li ser rewşa navxwe ya Tirkiyê û hilbijartinên wê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst