'Ciwanên Şoreşger keça min a nexweş birin'

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke 15 salî ya ku bi eslê xwe ji Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye li Reqayê ji aliyê Ciwanên Şoreger ve hatiye birin. Dayika keçikê jî daxwaza vegerandika keça xwe dike û dibêje “Pirsgirêkên derûnî yên mezin ên keça min hene. Ciwanên Şoreşger keça min a nexweş birin.”

Keça bi navê Esîl Mihemed Hacî ya 15 salî ku ji gundê Meryemîn yê Efrînê ye, li bajarê Reqayê ligel malbata xwe dijî, ev 16 roj in wenda ye, dayîka wê dibêje Ciwanên Şoreşger keça wê birine.

Semer Hacî Hesen dayika Esîl ji Rûdawê re got, 4 sal in keça wê nexweş e, her sal ew dibe Şamê cem doktor, ji roja 26ê meha borî ve ji aliyê Ciwanên Şoreşger hatiye birin.

Dayika Esîl da zanîn roja 11ê meha Adarê ji navendeke çalakiyên rewşenbîrî li Reqayê pêre axivîn û jê xwestin ku keça wê xwe fêrî Kemanê bike.

Dayika Esîl got, Ciwanên Şoreşger ji keça wê xwestin ku tevlî wan bibe, ji ber wê yekê wê nema keça xwe şand wê navendê, piştre keça wê ji pêşiya peymangeha ku lê dixwend hat revandin û heta niha ne diyar e.

Semer Hacî Hesen dayîka Esîl a 15 salî bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo vegerandina keçê wê bibin alîkar û wiha got:

“Merheba ez dayika zaroka bi navê Esîl Hacî Hesen im. Esîl 15 salî ye beriya demekê nêzikî 25 rojan mamosteyeke ji navenda çandê telefonî min kir û ji min xwest ku keça min biçe navendeke bi navê `Kevana Zêrîn` a xwedîderketina li afirîneriyan. Keça min Esîl kemanjen e, mamostayê ji min re got ku ew navend tenê ya keçikan e û hatûço li xwe digre û bi ewle ye. Min jî keça xwe şand û li vê navendê 10 rojan dewam kir. Pirsgirêkên derûnî yên mezin ên keça min hebûn û min jî em bi mûzîkê derman dikir. Di van 10 rojan de endamên Ciwanên Şoreşger di navendê de serdana wan dikirin û berpirsa navendê keseke bi navê hevala Gulbihar bû. Gulbiharê têgehên derbarê beşdarbûnê, partiyan û çawa bibe kadro di serê keça min de çandin. Tu paşerojeke keça min a siyasî tunebû û tiştek li ser siyaseyê nedizanî. Bêguman rûniştinên bi wê re yên li navenda Kevanên dikirin dema dihate malê her tişt ji min re digot. Min jî rê li ber wê girt û ji min re got dayê `ez dixwazim bi hevalên xwe yên keç re beşdarî tîma cejna Newrozê bibim` û min jî got bila be. Beşdarî tîma cejna Newrozê bû û min jî çûna wê ya bo navenda Kevanê qedexe kir. Piştre çû enstîtuya ku tê de dixwend nema vegeriya. Endamên Ciwanên Şoreşger keça min ji estîtûya wê birin. Ez piştrast im ku keça min li ba wan e. ev 16 roj in ku ez pirsa wê dikim û ji min re gotin keça te li ba me ye û ne pêkan e ku tu wê bibînî. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan û hemû kesên ku giringiyê didin dozên mirovî mijara keça min mijara keça min di ber çavan re derbas bikin. Pirsgirêkên keça min ên derûnî hene û nû ciwan e û 15 salî ye.”