Rêxistineke Hewlêrê li Efrînê alîkarî li ser xelkê belav kirin

10-04-2023
RÛDAW
Rêxistineke Hewlêrê li Efrînê alîkarî li ser xelkê belav kirin
Rêxistineke Hewlêrê li Efrînê alîkarî li ser xelkê belav kirin
Nîşan Efrîn Destî Hawkarî Hewlêr Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Destî Hawkarî ya ku navenda wê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ye, ji bo meha Remezanê alîkariyên pere li xelkê Cindirêsê yê Efrînê belav kir.

Rêxistina Destî Hawkarî dibêje, wan alîkariyên madî dane 2 hezar malbatan. Berpirsekî wê rêxistinê diyar kir, piştî erdhejê, wan berê xwe dane Efrînê û heta niha 300 kon, sepetên xwarinê û xwarina hazir jî rojane didine xelkê Cindirêsê.

Xelkê Başûrê Kurdistanê alîkariyeke baş gihande Efrînê, 2 meh û 3 roj bi ser erdheja 6ê sibatê re derbas dibin û hîn jî Cindirês a Rojavayê Kurdistanê wêranbûyî ye û xelk di rewşeke xirab de dijîn.

Ji bo kêmkirina êşa xelkê di meha Remezanê de, rêxistineke hawarçûnê ji Hewlêrê alîkariyên diravî ji bo xelkê Cindirêsê şandiye û li ser xelkê belav dike.

Ew alîkarî li ser 2 hezar malbatî tên belavkirin ku her malbatek 50 - 100 dolarî werdigire.

Berpirsên wê rêxistinê dibêjin, wan li Cindirêsê 300 çadir li ser xelkê belav kirine.

Endamekî Komîteya Belavkirina Alîkariyan a Rêxistina Destî Hawkarî dibêje, rêxistina wan piştî erdhejê yekser çûye Efrîn û Cindirêsê, ji bilî alîkariyên diravî, wan çadir, sepetên xwarinê û xwarina amadekirî jî li ser xelkê belav kirine.

Endamê Komîteya Belavkirina Alaîkariyan ya Rêxistina Destî Hawkarî Ebdula Mensûr got, “Rêxistina Destî Hawkarî ji rojên destpêkê yê erdhejê ve derbasî Sûriyê bûn û gihîştine gelek kesên ku di erdhejê de zirar dîtine.”

Piştî erdheja 6ê sibatê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, Heyvên Sor ên Siûdiyê, Qeterê û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve alîkarî şandibûn Cindirêsê lê ji ber wêraniya zêde ya wî bajarî, hîn rewşa xelkê xirab e.

Di erdheja 6ê Sibatê de, Li Cindirês a Rojavayê Kurdistanê zêdetirî hezar kesî canê xwe ji dest dan, 278 avahî bi temamî wêran bûn, zêdetirî hezar avahî jî ji bo niştecîbûnê nabin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst