Şandeke Baroya Amedê serdana Girtîgeha Amedê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Bavê girtiyekî dibêje li Girtîgeha Amedê kurê wî hatiye îşkencekirin û Serokê Baroya Amedê jî ragihand ku bo şopandina bûyerê sibe şandeke parêzeran dişînin girtîgehê.

Serokê Baroya Amedê îro Yekşemê 10ê Nîsana 2022ê di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Di medyayê de nûçeya îşkencekirina girtiyekî Kurd belav bûye û bo şopandina bûyerê sibe Duşembê 11ê Nîsanê şandeke parêzerên Baroya Amedê serdana girtîgehê dikin.”

Şeyhmûs Ayaz ku welatiyekê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye, îro Yekşemê 10ê Nîsanê ji medyayeke navxweyî re axifiye û gotiye, Îbrahîm Ayaz ê kurê wî li Girtîgeha Girtî ya Amedê rûbirûyê îşkenceyê bûye û ji jiyana kurê xwe nîgeran e. Şeyhmûs Ayaz dibêje, di hevdîtina dawî ya telefonî de ligel kurê xwe ku mafê wî heye 10 deqeyan biaxife, di deqeya duyem de telefona wî qut bûye.

Bavê wî girtiyê Kurd dibêje: “Dema kurê min bi qirika tejî girî behsa îşkence û danûstandina xirab a Rêvebriya Girtîgeha Amedê dikir, peywendiya telefonî qut bûye.”

Îbrahîm Ayaz ji bavê xwe Şeyhmûs Ayaz re gotiye: “Bi navê pişkinînê bi ser odeyên me de digrin, kel û pelên me belav dikin û pê lê dikin, dema em li beramber wan kiryaran jî nerazîbûnê pêşan didin, me îşkence dikin.”

Îbrahîm Ayaz ji sala 2020ê ve li ser îtirafên şahidekî nehênî bi tohmeta endambûna PKKê hatiye girtin û lêkolîna li ser dosyeya wî berdewam e.