Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê: `Bijî Kurdistan` azadiya raderbirînê ye

10-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê li Bakurê Kurdistanê, biryara bêtawanbûna akademisyenê Kurd Hifzullah Kutum da ku ji ber peyva `Bijî Kurdistan` daxwaza 5 sal ceza bo wî dihat kirin.

Roja Şemiyê 9ê Nîsana 2022ê Duyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê derbarê wê dozê de civiya ku Dozgerê Giştî yê Xarpêtê li ser Mamostayê Zanîngeha Firatê Hizfzullah Kutum tomar kiribû û bi tohmeta “propagandakirina rêxistina terorê” daxwaza pênc sal ceza bo wî dikir.

Duyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê bi piraniya dengan biryar da ku ew parvekirinên Hifzullah Kutum li ser torên civakî belav kirine ne tawan in û herwiha di çarçoveya azadiya ramanê de bikaranîna peyva “Bijî Kurdistanê” rave dikin.

Akademisyenê Kurd ê Xarpêta Bakurê Kurdistanê li ser bikaranîna çend biwêjên wek “Şoreşa Îlonê li hemû Kurdan pîroz be û bijî Kurdistan” li ser torên civakî, roja Înê 5ê Mijdara 2021ê li aliyê Serokatiya Zanîngeha Firat ve ji kar hat dûrxistin, ala Tirkiyê li ser deriyê odeya wîê hat danîn û heman rojê hat desteserkirin.

Proseya dadgehkirina Hifzullah Kutum, şeva Şemiyê 6ê Mijdarê li Duyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê birêve çû û bi tohmeta “propagandekirina rêxistinê” cezayê zîndanîkirinê li ser hat ferzkirin. Piştî parêzerên wî biryar îtiraz kirin, roja 10ê Mijdara 2021ê bi biryara dadgehê Hifzullah Kutum hat azadkirin ku ji 6ê Mijdarê ve girtî bû.

Piştî azadkirinê, Dozgerê Giştî yê Xarpêtê careke din bo tohmeta “propagandekirina rêxistina terorê” doz li ser Hifzullah Kutum tomar kir û daxwaza pênc sal ceza bow î dihat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst