Li Rojavayê Kurdistan Ciwanên Şoreşger 2 keçên 16 salî birin leşkeriyê

10-04-2022
RÛDAW
Wêneyê wan du keçên 16 salî ku Ciwanên Şoreşger birine leşkeriyê lige wêneyê dayika yek ji wan keçan. Grafîk: Rûdaw
Wêneyê wan du keçên 16 salî ku Ciwanên Şoreşger birine leşkeriyê lige wêneyê dayika yek ji wan keçan. Grafîk: Rûdaw
Nîşan Rojava Ciwanên Şoreşger Kurd Kobanî Taxa Şêx Meqsûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbatên 2 keçên 16 salî yên li taxa Şêx Meqsûd a Helebê û bajarê Kobanî dibêjin, Ciwanên Şoreşger zarokên wan ji bo leşkeriyê birine û daxwaza vegerandina wan dikin.

Yek ji wan keçan Rosêl Mihemed Şêxo û ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê ye û ya din Sîlva Mehmûd û ji Kobaniyê ye û herdu jî 16 salî ne.

Apê keça 16 salî Rosêl Mihemed Şêxo, Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, biraziya wî roja 28ê Adara îsal ligel 2 hevalên xwe ji pişiya dibistana Şehîd Qehreman ya taxa Şêx Meqsûd ji bo leşkeriyê hatiye birin û dema ku cara dawîn bi wan re axivîye ji wan re gotiye ew li Minbicê ye û ji malbata xwe xwestiye wê vegerînin mal.

Apê Rosêl got jî, biraziya wî ligel 2 keçên din hatibû birin, ew keçên din hatine vegerandin lê hîn Rosêl maye û ji malbatê re dibêjin wê vegerînin lê divê li ser ragihandinê dernekevin.

Li gundê Minazê yê Kobanî jî malbata keça 16 salî ya bi navê Sîlva Mehmûd ji Rûdawê re got, roja 23ê meha Adarê, keça wan bi otombêlekê ji cureyê Van ji pêşiya malê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin û heta niha ew nizanin keça wan li kuderê ye.

Dayîka Sîlva, Şirîn Hesen 10ê Nîsanê beşdarî bûltena Rudaw ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê demjimêr 19:00 bû û ji Rêveberiya Xweser û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlum Ebdî daxwaz kir ku keça wê vegerînin.

Şirîn Hesen dibêje, keça wê pola 10ê dixwend û diyar kir, “hevalên keça min gotine li dibistanê Ciwanê şoreşger hatine ew bi wê re axivîne, wan dibistan ji xwe kirine navend. Piştre jî hatine li ber deriyê malê ew birine, kurê minê 13 salî li ber derî dileyîst wî dîtiye ku otombêla Ciwanên Şoreşger du sê caran li ber deriyê me geriyaye.”

Dayîka silava dibêje wan keça wê demjimêr 17:30ê  birine û heta niha ji wa ti agahî  jê negirtiye û tlefona wê jî ji wê demjimêrê ve daxistiye.

Her wiha ew ji Rûdawê re dibêje ku “Em çûn hemû navendên ser bi rêveberiya xweser û me daxwaza vegerandin û dîtina keça xwe kir, lê wan got agahiya me ji keça we tuneye, karê me pê tuneye, keça we li kur windabûye biçin li wir lê bigerin. Piştre du sê caran jî sozdan ku keça me nîşanî me bidin lê li ser sozên xwe nesekinîn û heta niha jî nîşanî me nedane.”

Dayîka Silva Şirîn Hesen dibêje, “wan peymana ku zarokan nebin serbaziyê wajûkiriye, lê keça min zaroke û birine, her wiha li gorî biryara HSDê kurê ku bi tenê be nabin serbaziyê. Keça min jî bi tenê ye û zaroke jî li gorî qanûnê jî nabê ku keça min bibin serbaziyê.”

Di dawiya axaftina xwe de vê dayîkê bi rêya Rûdaw daxwaz ji Mezlûm Ebdî, Rêveberiya xweser, Ciwanên Şoreşger û her Kurdekê kir ku keça wê ya 16 salî û taqane vegerînin.

Heta niha gelek malbatî li Rojavayê Kurdistan bi rêya Rûdawê bûyerên wek vê ku Ciwanên Şoreşger zarokê wan birine ragihandine û daxwaz kirine ku zarokê wan werin vegerandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst