Li quntara Çiyayê Garê jin û zilamek bi şewîtî hatin dîtin

10-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Spîndarî yê bajarokê Dêralûkê yê navçeya Amêdiyê li quntara Çiyayê Garê termê Kazim Xurşîd  û hevjîna wî Buşra Xurşîd  hatin dîtin. Terme herdu herdu welatiyan şewitîbû. Qeymiqamê Dêralûkê dibêje dibe ku ew herdu welatî ji ber birûskê şewitîbin.

Kesûkarê wê malbatê Sefer Mijî ji Rûdawê re ragihand ku bûyer îro êvarî qewimî û Kazim Xurşid ê 55 salî û Buşra Xurşid a 50 salî li nav zeviya xwe ya li Gundê Spîndarê şewîtî hatin dîtin.

Sefer Mijî ku ligel ambûlansê bû diyar kir ku wan termê herdu welatiyan bo Saziya Tipa Dadê ya Duhokê veguhestinê.

Li ser îdiayên hinek kesan li ser medyaya civakî ku gotine ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine kuştin, Sefer Mijî got: “Baran dibarî û birûskê vedida û herwiha dengê ti bombeyan jî nehate bihîstin. Laşê herdu kesan jî şewîtibû, lê ti birînên wan nebûn. Dibe ku bi birûskê jiyana xwe ji dest dabin.”

Ji aliyê din ve Qeymiqamê Dêralûkê Samî Uşane jî got ku ew di wê baweriyê de ne ku herdu hevjînên hev di ecama birûskvedanê de şewitîbin û canê xwe ji dest dabin.

Samî Uşane herwiha got ku ji bo zelalkirina rewşê ew li benda rapora Saziya Tipa Dadê ya Duhokê ne.

Li gorî agahiyên, ew jin û mêr dê û bavê sê keç û kurekî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst