Bi belgenameyên saxte penaber têne xapandin

10-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di rojên dawîn de, grûpeke sextekar derketiye, belgeyan bi navê sefaret û konsolxaneya Kanada bi bernameya photoshopê sexte çêdikin, telefonê ji koçberên rojavayê Kurdistanê re vedikin û ji wan re dibêjin ku navê we hatiye û hûn dê biçin Kanada.

Gelek kes hene dikevin kemîna wan sextekaran, yek ji wan malbatan, malbata Mistefa Bahadîn e, xelkê Kobanî ye, ev nêzîkî 8 sal in li Hewlêrê dijîn.

Êvarê kesek telefonê ji wan re vedike û bi erebî dibêje ku ew ji aliyê Neteweyên Yekbûyê ve telefon dike û navê wan ji bo çûna Kanada derketiye.

Hemû belgeyên wan bi whatsap werdigre û dibêje ji bo hinek mualemetan divê 800 dolar bişînin, ev malbat jî radibe bi rêya Banka Îslamî ya El Teyf 800 dolar dişîne û kesê wan pereyan werdigire navê wî Mihemed Rehîm Reed e.

Piştre 800 dolarên din dixwazin, malbata Mistefa Bahadin wan pereyan jî dişîne, goya ew pere ji bo bilêtên balafirê û hinek tiştên din in, piştî ku ew kes 1600 dolarên xwe werdigire, êdî bersiva telefonan nade û hemû pêwendiyan qut dike.

Dema ku ev malbat diçe li cem Ofîsa Neteweyên Yekbûyî gilî dike, ji wan re dibêjin ku sextekarî çêbûye û tu pêwendiya wan bi wan re kesan re tune ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst