Aldar Xelîl: ENKS nayê ser maseya danûstandinan

10-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ragihand ku ew ji bo Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de amadene, lê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê nayê li ser maseyê danûstandinan.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl vîdyoyek belav kir û têde behsa danûstandinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de kir.

Aldal Xelîl diyar kir, ev 5-6 meh in danûstandin rawestiyane û ENKS ne amade ye li ser maseya diyalogê rûne.

Xelîl herwiha got ew ji bo diyalogê amade ne û wan tu caran xwe nedane paş û eger pirsgirêk hebin jî ew dê li ser maseyê çareser bikin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê herwiha dibêje, xeyîdandin ne şêwazekî siyasî û ne jî şêwazê çareseriyê ye jî û divê hemû alî xwe ji hilbijartinan re amade bikin û wiha pê de çû: “Bêguman hinek xal hene ku em wek hevdu nafikirin, lê dema em wek hevdu nefikirin çareseriya wê ne ew e ku her alî here li ser cihê xwe rûne. Çareserî ew e ku em bêne beramberî hev û li ser masî gotûbêjan bikin. Jixwe berê em li ser gelek xalên di warî siyasî de li hev kiriye.”

Ji aliyê din ve Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji Rûdawê re got, daxuyaniyên vê dawiyê yê aliyê din ê Diyaloga Kurdî-Kurdî nakevin xizmeta proseya diyalogê.

Silêman Oso herwiha daxwaz kir ku aliyê din yê diyalogê pabendî wê nerîna hevbeş ya ku di navbera wan de çêbûye ji ber ku ew weke ENKS pabend in.

Serkirdeyê ENKS got, ew amade ne careke din dest bi diyalogê bikin lê divê garentî hebe û nabe her carekê wan vegerînin xala sifir.

Oso herwiha got ku ji Newrozê heta niha gelek endamên wan bê sedem ji aliyê hêzên ser bi Reveberiya Xweser ve hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst