Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina pirsgirêkan kilîla aramî û seqamgiriyê ye

10-04-2021
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mistefa Kazimî Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro li Bexdayê civiyan. Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, herdu alî hêvîxwaz bûne ku pesendkirina yasaya budce bê cîbicîkirin û destpêkek be bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, hevkarî û hemahengiya saziyên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de hat gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê herdu aliyan behsa pêngavên rûbirûbûna teror, tawan û hevkariya Hewlêr û Bexdayê bo asayîkirina rewşa Şingalê, kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Serokwezîrê Iraqê pesnê pêşketine damezrandina mekanîzmayên destûrî yên navxwe da û amaje bi rêkeftina li ser pirsa Dadgheha Federalî û derbaskirina yasaya budce li Encûmena Nûneran kir û hêviya xwe derbirî ku bi wirdî bê cîbicîkirin û li ser bingeha dadgerî di dabeşkirina samanan de, pabendî bi wê yasayê bê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê hevnêrîn bûn ku mekanîzmayeke aktîv bo hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqî û piştgiriya Hevpeymanan bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê pêwîst e û divê kar li ser bê kirin.

 

 

Di daxuyaniyê de hatiye, Serokwezîrê Iraqê dûpat kiriye ku serdanên Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê, komelek peyamên dirust bo tevahiya Iraqiyan dişîne û dibe sedema bingehdanîna bawerî û nîşandana niyazpakiyê, giyanê hevkarî û hemahengiyê jî di hemû waran de han dide ji bo berjewendiya welat. Herwiha amaje bi serdana dahatû ya bo Herêma Kurdistanê jî kir.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, Mistefa Kazimî tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hevkariya emnî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de kir bi şêweyek ku seqamgiriya navxwe dabîn bike û rê li ber her valahiyeke emnî bigire bo ku teror û rêxistin bikar neyînin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû pirsgirêk û girîftên li gel hikûmeta federal a Iraqê li ser bingeha destûrê û di çarçova sîstema federalî de çareser bike û li gel hemû alî û pêkhateyên Iraqî bi hev re kar bike bo aramî û seqamgiriya Iraq û navçeyê.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, wek kilîla ji bo aramî û seqamgiriya Iraqê binav kir.

 

 

Şandeke bilind a Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê.

Jibilî civînên li gel Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoyê, biryar e şanda bilind a Herêma Kurdistanê li gel hejmareke serkirdeyên aliyên siyasî yên Iraqê jî bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst