Lêkolîna li ser cihên gorên bi komî yên komkujiya Dêrsimê

Hewlêr (Rûdaw) – Beşek ji encama lêkolîneke bi vîdeo ya têkildarî cihên komkujiyên li Dêrsimê yên di heyama 1937-1938an de hat belavkirin.

Xebata vîdyoyê ya ku di derbarê cih û gorên bi komî yên heyama komkujiya Dêrsimê ya 1937-1938an de li ser qenala YouTube ya “Çandên Tirkiyeyê”  hat belavkirin.

Lêkolîna ku Komeleya Friedrich Ebert Stiftung a li Tirkiyê piştgiriya wê dikir û di çarçoveya “Projeya Xebatên Meydanî ya Dêrsîm 1937-1938” de hate pêkanîn, Kemerê Arey (Halvoriye), Koo Spî (Zimeq) Kirniga Xalî, Serkemer/Derê Xezanî û Deştê weke cihên komkujiyê lixwe digire.

Li gorî rojnameya Dêrsimê, 5 cihên komkujiyê ku di lêkolînê de bûne mijar û tiştên li wir qewimîne, herwiha hemû bûyerên din ên komkujiyê li bendê ne ku bi berfirehî werin lêkolînkirin û ronîkirin.

Projeya lêkolînê ku di warê akademî de jî girnîg e, di bin rêveberiya Prof. Dr. Bulent Bilmez û Cemal Taş de û bi koordînatora Dr. Esengul Ayyildiz berdewam e.

Di qonaxa yekemîn a projeyê de, ku bi têgihiştineke beşdariyê hate encamdan, armanc ne ew e ku “encamên lêkolînek temamkirî pêşkêş bikin".

Xebata vîdeoyî ya hate weşandin, ji vegotinên tîma lêkolînê yên di dema seredana cîhên komkijiyê de pêk tê. Bi xebata vîdyoyê, armanc ew e ku banga beşdarkirinê û hevkariyê li kesên ku dixwazin beşdarî projeya navborî bibin bike.

Biryar e encamên lêkolînê piştî ku di parzûnek akademîk-zanistî re bêne derbaskirin, bi rêya pirtûk malperên înteraktîf ji raya giştî re bên ragihandin.

Ji bo temaşekirina vîdeoy vê linkê bitikîne