Bazar û cihên giştî li Rojhilatê Kurdistanê qerebalix dibin

Rojhilatê Kurdistanê (Rûdaw) – Tevî ku metirsiya belavbûna vîrusa koronayê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e, lê belê bajarên Rojhilatê Kurdistanê li gor rojên derbasbûyî qerebalixtir bûne û rojane hejmareke zêdetir ji xelkê ji malên xwe derdikevin û hejmara dikanên ku hatine vekirin jî zêdetir bûye.

Piştî belavbûna koronayê, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi insiyatîva xwe ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusê, piraniya dikan û bazaran girtin û tevgera li nav bajar û bajarokan gelek kêm kirinm herwiha çalakvanan dest bi hişyarkirina xelkê û handana wan bo mana li malan kirin.

Lê belê di van rojên dawiyê de û piştî ku hikûmeta Îranê ragihand, ku ji roja Şembiyê ve xebata sazî û dezgehên hikûmî asayî dibe û ji bilî hin pîşeyan, dikan û bazar dê bêne vekirin, hejmare xelkê ku ji malên xwe derdikevin zêdetir bûye.

Berovajiyê rojên derbasbûyî û herwiha rênimayiyên xweparastina ji koronayê, hêdî hêdî nav bajarên Rojhilatê Kurdistanê qerebalix dibin û xelk ji malên xwe derdikevin, ku hinek ji wan bi neçarî û ji bo debara malbata xwe derdikevin derve û hejmarek kes jî ji bo agahdarbûna ji rewşa derve têne der.

Welatiyekî bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê dibêje: “Em bi xwe bazarî ne, ew 3 roj in ku me dikan girtiye, îro em hatine derê daku bizanin rewş çawan e. Şukra xwedê gelek gelek baş e û xelk xwe diparêze. Hemû dikan û bazar girtî ne. Xelk bi navber li kêleka hev radiwestin.”

Hikûmeta Îranê biryar daye ji roja Şemiyê ve xebata rojane ya dezgehên hikûmetê asayî bike.

Ev biryara hikûmeta Îranê ne bi dilê şarezayan û hejmarek xelkê ye û dibêjin, ev biryar dibe ku bibe sedema zêdebûna rêjeya qurbaniyên bi sedema koronayê.

Welatiyekî din ê kalmêr jî dibêje: “Hikûmetê ragihandiye ku bila ti kes hatin û çûnê neke û ji malan dernekevin derve. Derdek ji aliyê xwedê ve hatiye û bi xwedê nebe bi ti kesî  jî naçe, lê dermanê wê jî heye. Dewlet eger ji me re derman dabîn biek baştir e. Pêwîst e xelk jî ji hev dûr bisekinin.”

Di dema qeyranan de, rewşa Rojhilatê Kurdistanê ji piraniya navçeyên din ên Îranê cudatir e, ji ber çalakvanên sivîl û xelkên xêrxwaz piraniya erkên hikûmetê digrin ser milên xwe û alîkariyan ji xelkê re berhev dikin û li ser kesên hewcedar parve dikin.

Welatiyekî din ê Mihabadî amaje bi wê yekê dike, ku wî ti xizmetguzariyeke hikûemtê di vê rewşê de nedîtiye, tevî ku hin kes dibêjin. Wî welatiyê Mihabadî diayr kir: “Hin tiştên wek mask û lepik jî tên belavkirin, ew jî zêdetir ji aliyê kesên xwebexş ve tên parvekirin. Min bi xwe nedîtiye, ez bi xwe li gund im û min li wê derê tiştek nedîtiye, niha jî li bajêr im û dîsan min tiştek nedîtiye.”

Li Rojhilatê Kurdistanê heta niha 3 hezar û 676 kes bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine û 339 kesan bi wê vîrusê canê xwe ji dest dane. Herwiha 2 hezar û 20 kes baş bûne û 1317 kes li nexweşxaneyan çareseriyê werdigirin.