Barzanî: Bila ti kes hizir neke ku tawana Pirdê dê li ser wan derbas bibe

10-04-2020
RÛDAW
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwaz kir, ku bikerên wê tawanê bi tundtirîn şêwe bêne sizadan
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwaz kir, ku bikerên wê tawanê bi tundtirîn şêwe bêne sizadan
Nîşan Kurdistan Kurd Bûyera Pirdê Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî têkildarî bûyera Pirdê ku hejmarek kesan destdirêjiya seksê li jineke xwedî pêdiviyên taybet kiribûn, peyamek belav kir û ragihand: “Bila ti kes wiha hizir neke ku tawanên bi vî awayî dê li ser wan derbas bibe”. Serok Barzanî herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku bi awayekê hevbeş derbarê vê “tawana qirêj” de lêkolînê bikin.

Li navçeya Pirdê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, hejmarek kesan destdirêjî li jineke xwedî pêdiviyên taybet kirine û dîmenên wî karê xwe kişandine û belav kirine.

Bûyera destdirêjiya seksî ya li ser wê jinê, di nava civaka Kerkûkê, Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî rastî bertekên tund hat.

Têkildarî wê bûyerê, Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwaz kir, ku bikerên wê tawanê bi tundtirîn şêwe bêne sizadan.

Serok Barzanî ragihandiye, “Maweyê çend roj e nûçeyek li ragihannê belav bûye ku hejmareke kesên ser bi hêzên Heşd û polîsê Iraqê, li nêzikî Pirdê destdirêjî li jineke Kurd a xwedî pêdiviyên taybet ji malbateke gelek hejar û bêdesthilat, kirine li sînorê parêzgeha Kerkûkê.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê dike, “bi hevbeşî lêkolînên temam” bikin derbarê vê bûyerê de “encamderên vê tawanê bên cezakirin.”

Serok Barzanî dibêje, “Ev tawan û zilmeke gelek mezin e ku li hemwelatiyeke bêpena ya Kurd hatiye kirin li jêr sayeya îdarî û waqî serbazî ya hatiye sepandin li Kerkûkê ku her ji destpêkê heta niha ev desthilat li ser wê ye bi rêyên cûr bi cûr dijayetiya hemwelatiyên Kurd ên Kerkûkê û mafên wan bike.”

Serok Barzanî di peyama xwe de tekez dike,  “Bila ti kes û aliyek wiha hziir neke ku tawanên bi vî awayî dê li ser wan derbas bibe yan dê çav li ser bêne girtin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Barzanî tekez dike: “Ev destdirêjî şikandina kerameta hevwelatiyên ne tenê Kerkûkê belku şikandina kerameta tevahiya Kurdan e û divê bikerên vê bêwijdaniyê bi tundtirîn şêwe bihêne cezakirin.”

Jina ku rastî destdirêjiyê hatiye Kurd e û rewşa wê ya derûnî baş nîne û mêrê wê jî nexweş e û li ser cih ketiye.

Li gor zanyariyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, 8 kesan dest di wî karî de hebûye k user bi Polîsê Kerkûkê û Heşda Tirkmenî ve bûne.

Polîsê Kerkûkê ragihandiye, ku têkildarî bûyerê du kes hatine desteserkirin ku li tawana xwe mikur hatine û radestî dadgehê hatine kirin, daku bêne sizadan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst