Berbijêrê HDPê yê Rezan daxwaza belgenameya xwe kir

Amed (Rûdaw) – Berbijêrê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Rezan a Amedê Zeyad Ceylan ku di hilbijartinên 31ê Aadarê de bi rêjeya ji sedî 71 bi ser ket, daxwaz ji Desteya Bilind a Hilbijartinê kir ku belgenameya wî û hevalên wî yên ku di hilbijartinan de serkevtine bide wan.


Berbijêrê AK Partiyê yê Navçeya Rezan Huseyîn Beyoglu ku di hilbijartinê de nekarîbû bi ser bikeve, bi hinceta ku berbijêrê HDPê berê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hatiye avêtin, serî li desteya bilind a hilbijartinê da û xwest belgenameyê nedin berbijêrê HDPê bidin wî.


Berbijêrê HDPê yê Navçeya Rezanê, Zeyad Ceylan bi rêya Rûdawê li hemberî berbijêrê AK Partiyê nerazîbûn nîşan da û bersiva wî da.


Zeyad Ceylan di bersiva xwe de got: “Bêhiquqî heye, ti mafê wan nîne wiha dikin. Em bê sedem nabêjin ew bêhiqûyê dikin. Me di 10ê Sibatê ji bo serokatiya şaredariyê serî li Desteya Bilnd a Hilbijartinan li navçeyê da û wan wê demê ti kêmasiyek ji me re nîşan nedan. Em di 31ê Adarê de jî bi ferqek mezin biser ketin.”


Ceylan hikûmeta Tirkiye û AK Partî bi wê yekê tohmetbar kir ku tiştên bi hilbijartina bidest nexistine dixwazin bi hileyên bidest bixin û wiha pê de çû: “Di aliyê me de pirsgirêkek hiqûqî nîne. Eger biryareke hiqûqî were dayîn jixwe ew biryar dê ji bo me baş be, lê eger biryareke siyasî be dibe ku li dijî me be. Lewma me daxwaze ji Desteya Bilind a Hilbijartinê dikin ku ew biryareke hiqûqî bidin û belgenameya me  bidin me.”