Ava Çemê Mûnzûrê di ser re avêt û rêya Pulurê hat girtin

10-04-2019
Ali Haydar Gözlü
Ev du roj in li Dêrsimê bareneke gur dibare
Ev du roj in li Dêrsimê bareneke gur dibare
Nîşan Dêrsim Pulur Munzur
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li Dêrsimê piştî barana ku du roj in dibare, ava Çemê Mûnzurê di ser re avêt û rêya di navbera navenda Dêrsim û navçeya wê Pulurê de ji çûnûhatinê re hat girtin.

 

Piştî barana gur û helîna berfê îro Çarşemê (10.04.19) di seatên sibê de ava Çemê Mûnzurê li çend cihan di ser re avêt û rê ji çûnûhatina wesayîtan re hat girtin.

 

Li devera Halvorî, Pira Venk û çend cihên din ji ber ava zêde wesayît niha nikarin çûn û hatinê bikin.

 

Herwiha welatiyên ku dixwazin bi rêya Xozat û Kemereşa herin navçeya Pulurê jî ji ber ku berfê rê girtine, nikarin herin navçeyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst