KERKÛK – Encûmena parêzgehê daxwaza Rakan Cibûrî red kir

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di civîna xwe ya doh de projeya Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê, Rakan Seêd Cibûrî ya ji bo xerckirina pere bo cîbicîkirina hin projeyên xizmetguzarî red kir.

 

Piştî temambûna rêjeya yasayî, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê doh Sêşemî 9ê Nîsanê bo yekemîn car piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê civiya. Di civînê de ji 41 endaman, 21 endam beşarî di wê civînê de kirin û endamê encûmen yê ji pişka YNKê, Cemal Mewlûd weke kesê herî bitemen serokatiya civînê kir.

 

Di civînê de daxwaza Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê, Rakan Seêd Cibûrî hate gotûbêjkirin, lê ew daxwaz hate redkirin.

 

Parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê daxwaz kiribû, ku ji sedî 50 yê pereyê Petrodolar yê îsal û herwiha 50 milyon dolarê ku pêştir di Banka Kurdistanê de bû, ji bo parêzgehê bê xerckirin, da ku ew pere ji bo projeyên xizmetguzariyê bê xerckirin, lê encûmena parêzgehê ew daxwaza Rakan Seîd Cibûrî red kir.

 

Hemû endamên encûmenê û heta endamên Fraksyona Erebî ya encûmenê jî gumana wan li ser projeya Rakan Cibûrî hebû. Fraksyona Erebî di civîna doh de ragihand, ku ew plan nezelal e.

 

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ragihand, ji ber ku di projeya Rakan Cibûrî de ti amaje bi hûrgiliyên têçûna projeyên Kerkûkê nehatiye kirin, ew wê projeyê red dikin.

 

Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Remle Obêydî ji Rûdawê re got: “Hemû giringî didin hûrgiliyan. Çê nabe ku em veguhastina vî pereyî ji bûdceya hilberînê ve bo bûdceya cîbicîkirinê pesend bikin, eger hûrgilî nediyar bin. Ew pere ji bo xizmetkirina xelkê Kerkûkê ye. Divê proje zelal û aşkere bin û hemû hûrgiliyên wan jî hebin.”

 

Ji Fraksyona Birayetî 11 endam û 6 endamên Ereb û 4 endamên Tirkmen di civîna doh a Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de amade bûn. Hemû endaman têbîniyên wan li ser projeya Rakan Cibûrî hebûn lewma biryara redkirina projeyê dan.

 

Endamên Kurd têbînî li ser wê yekê hebûn ku di plana Cibûrî de projeyên xizmetguzarî bo tax û navçeyên Kurdî yên Kerkûkê têde nehatine diyarkirin.

 

Seroka Komîteya Darayî û Aborî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Gelawêj Cebarî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Min li hola civînê jî got ez ne amade me îmzeyê li ser pereyekê bikim ku zelal nîne. Ew pere ji Kerkûkê re hatiye terxankirin û jib o xizmeta xelkê wê ye. Divê vêjdana mirov asûde be û mirov bizane ew pere bo kuderê diçe û ji bo kîjan projeyê ye û li kuderê tê kirin.”

 

Elî Hemadî weke nûnerê Parêzgarê Kerkûkê di civîna encûmenê de amade bûbû û gellek hewl da ku encûmena parêzgehê bîne ser vê abweriyê ku xerckirina pereyê daxwazkirî pesend bikin, lê belê hewlên wî bêmifa bûn.

 

Li aliyekê din civîna Encûmena Parêzgehê ji bo15 rojên din, wate roja 23ê Nîsanê hate paşxistin û dê di vê rojê de encûmen bo cara duyem li ser daxwaza parêzgar ji bo xerckirina pere bicive.

 

Alîkarê Parêzgarê Kerkûkê Yê Bo Karûbarên Hunerî, Elî Hemadî piştî redkirina projeyê, ji Rûdawê re axivî û got: “Mixabin encûmena parêzgehê razî nebpn li ser veguhastinê û civîn bo du heftiyên din paş xistin. Îdare û xelkê Kerkûkê û saziyên Kerkûkê pêwîstî bi wî pereyî hene. Hemû dizanin niha em di demsala lehiyê û bûyerên nexwestî de ne, niha ti pere li ber destê parêzgar nîne ji bo ku piştgiriya xelkê bike.”

 

Bûdceya Kerkûkê ya îsal dê bi çend rêyan were dabînkirin, ji wan jî 80 milyar dînar ji bûdceya geşepêdana herêman, 63 milyar dînar ji petrodollar, 40 milyar dînarê zêdekirî û 50 milyon dolar jî ku ji Banka Kurdistanê ve çûye ser hesaba Wezareta Darayî. Herwiha bûdceya kongreya Kuweytê û navçeyên wêranbûyî yên ji ber şerê DAIŞê, dahata navxwe û bûdceyeke 5 milyar dînarî bo navçeyên tirkmenî ku di yasaya bûdceya Iraqê de hatiye pesendkirin.