Galeriya wêneyan

10-04-2017
8 Photos
RÛDAW

Duhok (Rûdaw) – Îro duşemî 10ê Nîsana 2017ê agir bi bazara Duhokê ket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

 

Herwiha di encama agirpêketinê de, 200 dikanên bazara Duhokê şewitîn.

 

Li gorî gotina bazariyekî, tenê di avahiyekê de ku ji 3 qatan pêk tê, 91 dikan di encama agirpêketinê de şewitîne. Herwiha bi dehan dikanên din jî li derdora heman avahiyê şewitîne.

 

Rêvebirê Agirvemirandina Duhokê, piştî lêkolînên seretayî sedema agirberbûnê vedigerîne bo hebûna pirsgirêkê di wayerên elektrîkê, ku bûye sedema teqîna tankereke sotemeniyê û piştre agir mezin bûye.