FLAŞ – 11 partiyên tirkmenî piştgirî dan serxwebûna Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – 11 partiyên siyasî yên trikmenî piştî civîna bi şanda hevbeş a PDKê û YNKê re piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê û vegeriyana Kerkûkê bo ser xaka Herêma Kurdistanê aşkere kirin.
Şanda hevbeş a Pasrtiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro duşemî 10ê Nîsana 2017ê saet 15:00 li Hewlêrê bi armanca gotûbêjkirina mijara referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi nûnerên 11 partiyên tirkmen re civiyan.
Piştî bidawîhatina civînê, konfranseke rojnamevanî ya hevbeş hat lidarxistin.
Di vê konfransa rojnamevanî de, Endamê Polîtboruya YNKê Ednan Muftî li ser navê şanda hevbeş a YNKê û PDKê axivî û civîna îro ya bi 11 partiyên tirkmenî re bi erênî bi nav kir.
Ednan Muftî got, hewlên ji bo lidarxistina referanduma Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û tekez kir, ku komîteyek hevbeş ji bo referandumê tê avakirin.
Muftî li ser helwesta alî û partiyên siyasî yên Tirkmen jî axivî û diyar kir, ku partiyên Tirkmen piştgiriya xwe ji bo referandumê anîn ziman.
Muftî got: “Me mijarên referandumê û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bi birayên xwe yên tirkmen re behs kir, wan jî helwesta xwe nîşan da ku piştgirî li bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û lidarxistina giştpirsiya (referanduma) ji bo serxwebûna Kurdistanê kirin”.
Endamê şanda hevbeş a PDKê û YNKê herwiha da xuyakirin: “Alî û rêxistinên tirkmenî daxwaziyên wan hebûn, wan amaje bi çend mijarên pêştir kir û behsa çawaniya xurttirkirina pêwendiyên navbera gelê Kurd û pêkhateyên din ên Kurdistanê kirin”.
Bi gotina Ednan Muftî, “hemûyan tekezî li ser wê yekê kirin ku berjewedniya wan di wê yekê de ye ku bi Kurdistanê re bin û Kerkûk jî vegere ser Kurdistanê, wê demê dê Tirkmen jî bibe netewa duyem a bihêz li Kurdistanê”.
Ednan Muftî tekez kir, ku wan di civîna îro de behsa wê yekê kirine, ku hemû ew aliyên ku piştgiriyê didin referandumê, dê di wê komîteyê de beşdar bibin, ku ji bo wê mebestê dê were pêkanîn.
Ji aliyekê din ve di vê konfrana rojnamevanî de, 11 partiyên Tirkmenî piştevaniya xwe ji bo referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê aşkere kirin.
Nûnerên partî û aliyên tirkmenî ragihandin: “Tirkmenên niştimanperwer herdem li gel Ala Kurdistanê û pêkvejiyana li gel birayên Kurd bûne, ji ber wê jî me ti nerazîbûnek li ser mijara referandumê nîne, bi wê mercê ku ew komîteya ku tê avakirin, em jî têde bin”.
Partiyên siyasî yên tirkmenan tekezî li ser beşdarbûna hemû aliyan û bi taybet jî tirkmenan di pirsên giring û niştimanî de kirin.
Li ser mijara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkukê û diyarkirina çarenivîsa Kerkûkê jî, aliyên tirkmenî piştgiriya xwe ji bo vegera Kerkûkê bo ser xaka Herêma Kurdistanê anîn ziman.
Nûnerên 11 partî û aliyên tirkmenî li ser vê mijarê gotin: “Em dizanin ku Kerkûk bajarekî pir pêkhetayî ye, lê belê xaka Kerkûkê xaka Kurdistanê ye. Di berjewendiya Tirkmenan de ye ku Kerkûk vegere himbêza Kurdistanê, wê demê em jî dê bibin duyemîn netewa li Kurdistanê”.
Herwiha nûnerên partiyên tirkmenî gilî li medyayên kurdî kirin û ew rexne kirin, ku di çend rojên bihorî de berovajiyê rastiyê gotine, qaşo tirkmen li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê ne û tekez kirin, ku Tirkmen n eli dijî hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê ne, belku tenê hin kes û alî hene ku wê dijatiyê dikin.
Derbarê heman mijarê de nûnerên aliyên tirkmenî diyar kirin: “Di çend rojên derbasbûyî de, medyaya kurdî giranî xistibû ser wê yekê ku Tirkmen li dijî hildana Ala Kurdistanê li Kekrûkê ne. Nexêr, Tirkmen ne li dij in, belku hinek partî û alî hene ku li dij in. Weke tirkmen, %90ê me, em li gel bilindkirina Ala Kurdistanê û referandumê û hemû mafên gelê Kurdistanê ne”.
Di beşeke din a vê konfrana rojnamevanî de, nûnerên 11 aliyên tikrmenî tekezî li ser piştgiriya xwe bo lidarxistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê kirin û ragihandin: “Em di jêr siya Ala Kurdistanê sûdmend bûne û mafên me hatine dabînkirin. Di paşerojê de jî, di destûra Kurdistanê de bêguman mafên me tên dabînkirin”.
Herwiha wan aliyên tirkmenî destnîşan kirin, ku “weke tirkmen mafên me di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de garantî bûne”.
Li gorî agahiyan, herwiha biryar e îro şanda PDKê û YNKê ligel partiyên krîstiyanan jî bicivin.
Di nava aliyên trikmenî de, tenê aliyê Cebheya Tirkmenî, ku weke aliyeke tundrew ê tirkmenî tê naskirin, red kir ku beşdarî di civînê de bike.
Endamê Polîtbûroya Partiya Cebheya Tirkmenî ya Iraqê Aydin Meirûf derbarê vê helwestê de ji Rûdawê re ragihand: “Divêya şanda PDêK û YNKê weke civîna ligel partiyên din ên Kurdistanê, ligel partiyên tirkmen jî yek bi yek biciviyana, ne ku bi carekê li gel hemûyan bicivin. Lewma em vê civînê boykot dikin.”
Beriya destpêkirina civînê, Cîgira Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmenî Mona Qehwecî jî gotibû: “Civîn ji bo gotûbêjkirina referandumê ye. bi nêrîna me ev mijareke nîştîmanî ye û pêwîst e hemû partî beşdar bibin. Em rêzê bo hemû partiyên ku beşdar nabin jî digrin. Lê nabe bi hêncetên wiha civîneke giring were baykotkirin.”
Beriya niha şanda hevbeş a PDKê û YNKê li ser heman mijarê ligel partiyên Kurdistanî yên weke Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Komûnîst û Partiya Sosyalîst Demokratên Kurdistanê civiyabû.
Di nava aliyên siyasî yên Kurdistanî de, tenê Tevgera Gorran civîna ligel şanda hevbeş a PDKê û YNKê qebûl nekiribû û gotibû, divê ji bo vê mijarê parlamento were çalakkirin.