Amûdê (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber şerê DAIŞê û tûndrewiya nûnerên olan ên Rojavayê Kurdistanê li hev civiyan û dîdarekê lidar xistin.
Di dîdarê de, Olên Rojavayê Kurdistanê nûnerên misilman, mesîhî û êzidî beşdar bûn.
Nûnerên olên Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser programeke hevbeş kirin û ragihandin, êdî ew ji niha û pê de giringiyê bi xort û zarokan bidin, ji bo ku bandora tûndrewiyê li ser nifşê nû çênebe û civaka Rojavayê Kurdistanê hertim dûrî tûndrewiya olî be.
Dîdara Olan îro li Amûdê bi dawî hat û DAIŞ û ramanên tûndrew ên wê komê, beşekî sereke ji dîdarê bû.
Dîdara olan li Rojavayê Kurdistanê, di demekê de birêve diçe, ku gelek komên îslamî yên radîkal li Sûriyê çêbûne û olê weke sloganên şer bikar tînin, lê Rojavayê Kurdistanê û civaka kurdî bi giştî, ji van sloganan dûr e û hemû pêkhateyên olî, bi aştî û rêzgirtnê bi hev re dijîn, ev jî kultura kurdewarî ya redkirna tûndrewiyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse