Hevgotina Mela Bextiyar û Elî Bapîr li ser îslam û sekolarîzmê

 

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Polîtuborya YNKê Mela Bextiyar û Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr dê di weşana zindî ya Rûdawê de tevlî hevgotinê (munazere) bibin. Yek ji organîzatorên wê hevgotinê jî dibêje, hinek kes gefan li me dixwin û naxwazin hevgotin pêk were.

Du siyasetmedarên navdar ên Başûrê Kurdistanê, Mela Bextiyar û Elî Bapîr îro saet 16:00 bi dema Hewlêrê, bi awayekî zindî tên hemberî hev û di warê îslam û sekolarîzmê de hevgotinê dikin.

Yek ji organîzatorên wê hevgotinê bi navê Dr. Adil Baxewan, ji Rûdawê re behsa wê hevgotinê kir û got, ev hevgotin dê pir girîng be çimkî Mela Bextiyar jî Elî Bapîr jî, li Kurdistanê xwedan pêgeha hizrî ne û gelek cemawerên wan jî hene. Hevgotina han, diyalogek zanistî di navbera îslam û sekolarmîzê de ye.

Dr. Adil Baxewan anî ziman ku di navbera wan her du hizirmendan de 25 xalên hevbeş jî hene û got, em hêvîdar in ev hevgotin bigihê armancên xwe.

Wî organîzatorê hevgotina îslam û sekolarîzmê da zanîn ku hinek kes naxwazin hevgotin pêk were û got, mixabin hinek me tehdîd dikin û dixwazin hevgotin were betalkirin. Asta hinek tehdîdan ewqas nizim e ku jiyana me ya şexsî dikin armanc!