Li Zanîngeha Dîcleyê çûn û hatin hat qedexekirin

10-04-2013
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-
Amed (Rûdaw) – Bûyerên ku 2 roj berê li Zanîngeha Dîcleyê di navbera xwendekarên alîgirên BDP’ê û Hîzbullahê de derketin îro jî dewam dike. Di şerê îro de 3 xwendekar bi giranî birîndar bûn. Polîsan ketin û derketina zanîngehê qedexe kir û deriyê kampûsê girt. Parlamenterên BDP’ê ji bo şopandina bûyeran berê xwe dan zanîngehê.

Di 8’ê nîsanê de xwendekarên Kulûba Ciwanên Zana (Bilge Gençlik Kulübü) xwestin li zanîngehê li ser jiyana Hz. Muhamed konferansek li dar bixin. Ji bo konferansê dema ku afîş dialiqandin di navbera wan û xwendekarên çepgir ên nêzî BDP’ê de xirecir derket. Piştî demek ev xirecir veguhest şer û pevçûnan. Ev 3 roj in şer û pevçûnên di navbera xwendekaran de didome.

Îro jî di encama şerê di navbera herdu aliyan de gelek xwendekar birîndar bûn û nêzî 20 xwendekar jî hatin binçavkirin. Di şerê îro de hin xwendekar hatin kêrkirin. Ji ber vê yekê 3 xwendekar bi giranî birîndar bûn. Li ser vê yekê parlamenterên BDP’ê dest bi civînan kirin. Piştî civînan Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, Parlamentera BDP’ê Ayla Akat û Seroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut berê xwe dan zanîngehê.

Di vê navberê de polîsan mudaxaleyê xwendekaran kir. Di encama mudaxaleyê de kampûs hate valakirin. Hin xwendekarên birîndar di Fakûlteya Fenê de asê man. Polîsan deriyê kampûsa zanîngehê girt û çûn û hatinê li xwendekaran qedexe kir.

Polîsan di navbera Fakûlteya Fenê û Fakûlteya Bijîşkiya Diranan de, 2 pakêt bi gumana bombeyê teqandin. Piştî teqandinê derkete holê ku ew pakêt ne bombe ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst