Mayinek bi Nobedarên Sînor ên Îraqê de teqiya: Mirî hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî devera Kanî Qirjaleya Hewlêrê, di encama teqîna mayinekê de 2 leşkerên tîma pûçkirina mayînan a Fermandeya Herêma 1emîn a Nobedarên Sînor ên Îraqê canê xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê Samî Silêman ji Rûdawê re ragihand, teqîn di dema ku tîmên pûçkirina mayînan çend mayîn ji nav dibirin de qewimî.

Samî Silêman diyar kir ku di encama teqînê de 2 leşkerên bi navê Abdulkerîm Celal û Mesûd Elî canê xwe ji dest daye û leşkerek jî birîndar bûye.

Tîman cenazeyên leşkerên ku canê xwe ji dest daye birine Saziya Tiba Edlî ya Hewlêrê.

Fermandariya Herêmî ya Yekemîn a Hêzên Noberên Sînor ên Îraqê li nêzîkî Kanî Qircaleyê ya Hewlêrê ye.