Amed: Deklarasyona Newrozê hat ragihand

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye!” deklarasyona Newroza 2024an hat ragihand.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi hev re deklarasyona Newroza 2024an ragihand.

Deklarasyona Newroza 2024an li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat xwendin.

Di deklarasyonê de hat ragihandin ku pîrozbahiyên Newrozê dê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye!” werin lidarxistin.

Deklarasyona Newroza 2024an bi vî awayî ye:

“Newroz a ku ji bo gelen Mezopotamyayê destpêka biharê û mizgîniya nûbûnê ye, di şexsê gelê Kurd de veguheriye agirê berxwedanê yê ku bi sedan salan e didome.

Gelê Kurd di her dema dîrokê de li hemberî serwer, mêtinger, dagirker û qirkeran, têkoşîn û berdêlên mezin daye.

Newroza ku ji bo gelê me tê wateya zayîn û jiyaneke nû û çirûska siberojeke azad e, îro gelên Rojhilata Navîn di serî de, bûye rojeke ku hemû gelên dinyayê xwe tê de dibînin, xwedî lê derdikevin û pîroz dikin.

Newroz di heman demê de tê wateya têkoşîna gerdûnî ya li hemberî feraseta dewleta faşîst, tekparêz, nîjadperest û zayendperest.

Newroza sala 2024an a ku em bi berxwedan û baweriyê pêşwazî dikin ji bo em ên ku di bin zextên qirkirinê de, ji bo azadiyê têdikoşin xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Zilma ku bûye sedem Newroz wekî mîrateya berxwedanê derkeve ser dika dîrokê îro jî didome, dijminatiya li hemberî nasname, ziman, erdnîgarî, xweza, av, çiya û axa gelê Kurd roj bi roj zêdetir dibe.

Li hemberî her cure polîtîkayên qirkirinê, helwesta gelê Kurd jî roj bi roj vediguhere berxwedaneke bi heybet.

Qadên Newrozê jî qadên herî girîng ên vê berxwedana bi heybet e.

Newroz bi qasî ku berxwedan û azadî ye, yekîtî û yekbûn e jî. Li çar parçeyên Kurdistanê û li her dera dinyayê daxwaza herî sereke û xeyala herî bi qîmet, yekîtiya neteweyî ye.

Di nav şertên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de ku Rojhilata Navîn û dinya ji nû ve tê dîzaynkirin û gelek krîz û firsend tê de hene.

Dema em bi ruhê berxwedanê ber bi Newroza Azadiyê ve diçin, hemû bajar, navçe, tax û gundên Kurdistanê di serî de li her derê bi şîara “Rabe, Dema Azadî û Serkeftinê ye” dê Newroz were pîrozkirin.

Newroz Pîroz Be, Newroz Pîroz Bo”