EFRÎN - Birîndareke topbarana artêşa Sûriyeyê mir

Hewlêr (Rûdaw)  - Li Efrînê birîndareke topbarana artêşa Sûriyeyê canê xwe ji dest da.

Li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewayê duh minîbûseke sivîl bûbû armanca topbarana artêşa Sûriyeyê.

Di wê êrişê de ji heman malbatê 6 kes birîndar bûbûn.

Birîndarên êrişê veguhastin nexweşxaneyên Efrînê.

Hat zanîn ku welatiya ni navê Erîfe Heyde Cimo li nexweşxaneyê ji ber giraniya birînên xwe mir.

Ew topbaran di dema şerê navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û grûpên çekdar ên mixalefetê de bûbû.