Serokwezîr Barzanî: Hêvî dikim Remezan meha xêr, xweşî, aştî û aramiyê be

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Hêvî dikim Remezan meha xêr, xweşî, aştî û aramiyê be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina Remezanê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de Remezana hemû Misilmanan pîroz kir.

“Hêvî dikim meha xêr, xweşî, aştî û aramiyê be”

Peyama Mesrûr Barzanî ya ji bo hatina Remezanê bi vî rengî ye:

“Bi minasebeta hatina meha pîroz a Remezanê pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî Misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim meha xêr, xweşî, aştî û aramiyê be.

Ji Xwedayê mezin dixwazim nimêj û rojî û îbadetên tevan qebûl bike û meha pîroz a Remezanê bibe sedema xweşborîn û dawiya karesat û krîzên li cîhanê.”

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku li Herêma Kurdistanê sibe rojî dest pê dike.