Serok Barzanî hatina Remezanê pîroz kir

10-03-2024
Nîşan Serok Barzanî Remezan Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî hatina meha Remezanê bi peyamekê pîroz kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ev meha pîroz bibê cihê xêr û bereket û aramiyê ji bo gelê me.”

Peyama Serok Barzanî ya ji bo Remezanê bi vî awayî ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi helkefta hatina meha pîroz a Remezanê pîrozbahiya xwe pêşkêşî hemû Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im rojî û nimêj û nizaya her kesî qebûl bike û ev meha pîroz bibê cihê xêr û bereket û aramiyê ji bo gelê me.”

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku li Herêma Kurdistanê sibe rojî dest pê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst