Taxa Cihûyan a li Mûsilê: Şêniyên taxê behsa bîranînên bi Cihûyan re dikin

10-03-2024
RÛDAW
Li Taxa Cihûyan 600 xanî hene
Li Taxa Cihûyan 600 xanî hene
Nîşan Taxa Cihûyan Misûl
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Taxa Cihûyan a li Mûsila Kevin dikeve kêleka Kolana Farûqê.

Musenna Fazil welatiyekî ji Mûsilê ye. Ew bi temamî şehrezayê Mûsilê ye ji ber ku tevahiya jiyana xwe li wî bajarî derbas kiriye.

Musenna malên Cihûyan yeko yeko nas dike çimkî di zarokatiya xwe de her roj dikanên ku berê milkê Cihûyan bûn ziyaret dikirin.

“Pêwendiyên Cihû û Misilmanan hebûn”

Niştecihê Mûsila Kevin Musenna Fazil wiha behsa Cihûyên Mûsilê kir:

“Em nêzî Taxa Cihûyan li Taxa Şêx Fethî bûn. Wê demê televizyon nebû û em her şev bi hev re rûdiniştin û bav û kalên me ji me re behsa vê taxê dikir.

Hemû dikandar Cihû bûn û pêwendiyên wan ên bazirganî bi misilmanan re hebûn.

Bapîrên me dibistan û xaniyên Cihûyan nîşanî me didan û wan digot ku Cihû mirovên aştîxwaz bûn.

Kesî zerar nedaye xaniyan, belge jî ev e ku heta niha xanî û nivîsên wan li ser xaniyan mane.”

Cihûyan hemû nivîsên xwe li ser mermerên Mûsilê kolane.

Nivîs bi destnivîsa Îbranî ku neqşên pir taybet in, hatine nivîsandin.

Berî sedan sal Mûsiliyan mermer di xemilandina xaniyên xwe de bi kar dianîn.

“Di her xaniyekî Cihûyan de cihê nimêjê heye”

Musenna Fazil herwiha got:

“Ev cih taybet bi nimêjkirinê bû, çimkî wekî her oleke din perestgeh û perestina wan jî hebû.

Di her xaniyekî Cihûyan de, cihê nimêjê heye. Ji nimêja Cihûyan re dibêjin (sewamî ) li derdora tevahiya wî cihî bi Îbranî hatiye nivîsandin.”

Salim Helaq şêniyê Taxa Nebî Cercîs a Mûsilê ye, temenê wî ji 85 salan zêdetir e, heta niha jî li ser karê xwe berdewam e.

Bîranînên wî yên zarokatiyê bi Cihûyan re hene.

Gelek caran şîranî û pêlîstokên zarokan ji dikanên Cihûyan dikirin.

Berberê li Mûsilê Salim Helaq jî wiha behsa bîranînên xwe yên bi Cihûyan re kir:

“Ez ne pir mezin bûm, ez zarok bûm lê tê bîra min ez her roj diçûm dikanên wan.

Li taxa Cihûyan bazareke mezin hebû. Ew hemû bazirgan bûn û şehrezatiyeke wan a baş li ser çawaniya qezenckirinê hebû.

Niha jî ew tax heye û navê wê Taxa Cihûyan e. Zêdetirî 600 xaniyan e, hinek hilweşiyane û hinek jî heta niha mane.

Hikûmeta Îraqê di serdema padîşahiyê de qerebûya xaniyên wan da wan, heta niha jî bav û kalên wan dixwazin vegerin Mûsilê çunke ew li vî welatî mezin bûne.

Cihû ne tenê li Mûsilê hebûn, li Bexda, Besra û Hewlêrê jî dijiyan.”

Dibistana Cihûyan a li Mûsilê

Li dibistanên Cihûyên Mûsilê bi sedan nifşên Cihûyan di sedsala 19an de fêrî xwendinê bûn.

Di wê dibistanê de, herî zêde dersên ola Cihûyan dihatin dayîn.

Ew dibistan li ser rûbera 1300 metre çargoşeyan hatiye çêkirin.

Piştî çûna Cihûyan, dibistan bû milkê hikûmetê.

Salimê berber li wê dibistanê ders xwendiye.

Salim Helaq got jî, “Dibistaneke wan bi navê Rîba Xezûrî hebû. Wan li wir dixwend. Heta niha jî perestgehên wan mane lê hilweşiyane.”

Ferset Meriyî dîroknivîsekî Kurd e û çend pirtûk li ser jiyana Cihûyên Herêma Kurdistan û Îraqê nivîsandine.

Ferset behsa wê yekê dike ku Cihû yekem kes bûn ku Mûsila Kevin ava kir.

Li gorî serjimêriyeke Dewleta Osmanî ku di sala 1917an de hat kirin, wê serdemê Cihûyan ji sedî 40ê şêniyên Îraqê pêk dianî.

Lê piştî damezrandina Dewleta Îsraîlê di sala 1948an de, nakokî û kampanyayên dijî Yehûdiyan li deverê zêde bûn.

Loma piraniya wan bêgav man ji Îraqê bar bikin û berê xwe bidin Îsraîlê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst