Li Dîlokê meha Remezanê nêzîkî 60 ton peqlewe tê çêkirin

10-03-2024
RÛDAW
Li Dîlokê meha Remezanê nêzîkî 60 ton peqlewa tê çêkirin
Li Dîlokê meha Remezanê nêzîkî 60 ton peqlewa tê çêkirin
Nîşan Remezan Peqlewa Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li bajarê Dîlokê, hosteyên peqleweyê di meha Remezanê de, ji bo karibin pêşwaziyê li daxwazên welatiyan bikin amadekariyên xwe kirine.

Peqleweya Dîlokê ku di lîsteya şîrînahiyên cîhanê de jî cih girtiye, di meha Remezanê de li wî bajarê Bakurê Kurdistanê, rojane nêzîkî 60 tonî tê berhemanîn.

Peqleweyên Dîlokê ji bilî bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji derveyî welat re jî tên şandin.

Peqleweya Dîlokê li piraniya xwaringehan heye

Hosteyê Peqlewayê Oguz Ibîlî got:

“Ji meha Remezanê re zêdeyî hefteyekê ye em xwe amade dikin.

Me hemû berhemên xwe wekî nîvişk, fistiq û hemû tiştên din amade kirine.

Ji ber ku di meha Remezanê de daxwaz zêde dibe, em li gorî wê yekê tevdigerin.

Li piraniya xwaringehan peqleweya Dîlokê tê firotin.”

Peqlewayê Dîlokê li Ewropayê jî bi nav û deng e

Peqleweya Dîlokê yekemîn berhema Bakurê Kurdistanê ye ku li Yekîtiya Ewropayê hatiye tomarkirin û heta niha jî yek ji wan berheman e ku bi nav û deng e.

Ji derveyî welat re jî tê şandin

Hosteyê Peqleweyê Yakup Ozkilinç jî got:

“Em berhemên xwe ji 81 parêzgehan re bi kargoyê dişînin. Li gel vê yekê ji welatên derve jî daxwaz heye û em ji bo wan jî peqleweyê dişînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst