Bakirhan: Ji axa Kurdan re dibêjin ‘teroristan’, kuştina Kurdan heta kengî?

10-03-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tuncer Bakirhan Sêrt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ji ber operasyonên li Silêmaniyê û Rojavayê Kurdistanê rexne li desthilata Tirkiyeyê girtin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan duh li parêzgeha Sêrtê axivî û rexne li desthilata Tirkiyeyê û beşek ji mixalefetê girtin.

Tuncer Bakirhan rexne li gotina “teroristan”ê girt ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Rojavayê Kurdistanê bi kar tine û got:

“Erdogan, Serokkomar, her dema devê xwe vedike dibêje teroristan’, ji Rojava, Başûrê Kurdistanê, Rojhilat û daxwazên Kurdan re dibêje ‘teroristan`, ji her bostek axa ku Kurd li ser dijîn re dibêje ‘teroristan’.

Gelo em terorîst in? Bi hezaran sal in em li ser vê axê, li Kurdistanê bi zimanê dayîka xwe û nasnameya xwe dijîn.”

“Qirkirin û înkarkirina Kurdan heta kengî?”

Hevserokê DEM Partiyê tekez kir ku xelk bi Kurd, Ereb û Tirkan ve aştiyê dixwaze, ne ku şer û got:

“Her duh bû du Kurdên sivîl li Dihokê hatin kuştin.

Wê rojê li Silêmaniyê, xelkê me li Silêmaniyê hatin kuştin ku li vê derê hatibûn cezakirin û neçar bûn biçin wê derê.

Baş e ev şer heta kengî? Kuştina Kurdan heta kengî? Qirkirin û înkarkirina Kurdan heta kengî?”

“Ji bo topan çavkanî heye lê ji bo nanê malnişînan nîne”

Bakirhan ji xelkê Sêrtê xwest ku deng bidin wan û got:

“Em dibînin çavkaniya darayî ji tank û topan re tê veqetandin û heye lê ji bo malnişîn û xwedî mûçeyê herî kêm çavkaniya darayî nîne!

Çavkaniya darayî ji bo wan topan heye ku diavêjin Silêmanî, Dihok û Rojava lê ji bo nan, şîr û goştê malnişînan nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst