Li Mêrdînê qeza: Xwendekar û mamoste jî di nav de 7 kes birîndar bûn

10-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê di bûyereke trafîkê de 7 kes birîndar bûn.

Bûyer derengiya şeva borî li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê çêbû.

Li ser rêya Mêrdîn-Amedê li Xaçerêya Şemrexê barhilgirek û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn.

Di bûyerê de xwendekar û mamoste jî di nav de 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên parêzgehê.

Hat zanîn ku xwendekar û mamoste ji çalakiyeke li Mêrdînê vedigeriyan û diçûn Şemrexê.

Derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran de tu agahî nehatine dayîn.

Her doh êvarê li parêzgeha Meletiyê jî otomobîlek wergeriya û di encamê de kesekê canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst