Li Bedlîsê 30 welatiyên asê mabûn hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hîzanê ya Bedlîsê ji ber berfê 20 otomobîl di rê de asê man.

Di nav wan de ku 30 welatî hebûn ji aliyê tîmên rûbirûbûna berfê ve hatin rizgarkirin.

Li parêzgeha Bedlîsê barîna berfê berdewam e û çûnûhatina welatiyan zehmet bûye.

Şeva borî li ser rêya navbera navçeyên Tetwan û Hîzanê ji ber berf û pûkê 30 welatiyên di nav 20 otomobîlan de asê man û tîmên rizgarkirinê hatin agahdarkirin.

Herwiha welatiyên asê mabûn hewl da otomobîlên xwe rizgar bikin.

Piştî tîmên rûbirûbûna berfê rê paqij kirin welatiyan karîn bi rêya xwe de biçin.

Di meha Adarê de li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û li deverên bilind rêyên gundan hatine girtin.