Tirbespiyê: Partiya Yekîtiya Suryanî konferansa xwe ya salane encam da

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekîtiya Suryanî konferansa xwe ya salane li Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê encam da.

Îro Înê li bajarê Tirbespiyê ku weke Qebrê Hêwrê li cem Suryanan tê naskirin, Partiya Yekîtiya Suryanî konferansa xwe ya salane bi amadebûna serokê her çar şaxên partiyê û endamên encûmenên xwecihî û desteyên cîbicîkar encam da.

Hevserokên Partiya Yekîtiya Suryanî Senharîb Bersûm û Nezîre Gewriyê serokatiya konferansê kirin û her çar serokên encûmenên şaxên Qamişlo, Dêrik, Heseke û Tirbespiyê beşdar bûn.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî duh bi Seroka Komêteya Amerîka ya Azadiya Olan Nadin Maenza re civiya û tê de rewşa Siryanan û Kirîstyanan li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Siryanî Senharîb Bersûm beşdarî bultena Rûdawê bû li ser konferansa partiya xwe axivî.