Derdora gundekî Kerkûkê hat bombebarankirin; kuştî û birîndar hene

10-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyeke bê firokevan li gundê Çemî Seydanî ya ser bi Kerkûkê bombebaran kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û birîndar jî hene.

Nûçegîhanê Rûdawê Nizar Ceza bi berpirsekî îdarî yê Çemçemalê re axiviye û ragihand ku bombebaran îro Înê 10ê Adara 2023an di demjimêr 18:30an de hatiye kirin û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Nûçegîhanê Rûdawê Hîwa Husamedîn jî diyar kir ku firokeya bê firokevan otomobîleke ku 3 kes tê de bûn, di navbera Çemçemal û Kerkûkê de, li bakurê Qerehencîrê kir armanc.

Li gorî nûçegîhanê Rûdawê ku bi çend fermandeyên lîwaya yekem a Hêzên Pêşmerge re axivî, çend baregehên PKKê li wê deverê hene.

Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn her wiha ragihand ku heta niha nasnameya wan kesên canê xwe ji dest dane ne diyar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst