Newroz ji ber erdhejê dê bê şahî û govend were pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Newroza îsal li tevahiya Bakurê Kurdistanê ji ber erdheja Mereşê dê bê şahî û govend bê pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê dê li 43 navendan bêne lidarxistin û di atmosfera hilbijartinê de derbas bibe. Xelkê Amedê ji niha de dibêjin ew ji Newroza îsal re amade ne.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, hevserokên KCDê û partiyên Kurdistanî ku bi HDPê re di nava hevpeymaniyê de ne, vê carê ji bo Newrozê derketin pêşiya çapemeniyê.

Hemû partiyan bi hev re biryar da ku îsal Newroz li 43 navendan bê pîrozkirin lê ji ber erdheja ku 10 bajaran dabû ber xwe pîrozbahiyên îsal dê bê def û zirna û bê govend pêk bê. Hemû stran dê bi awazên şînê û zêmaran be.

Hevserokê KCDê Berdan Ozturk got, “Em bi êş û şîn Newroza 2023an pêşwazî dikin. Em ê di Newroza îsal de bi zêmar û lewceyan hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Kerb û kîna me zêde ye. Êşa me giran e.”

Bernameya pîrozbahiyên Newrozê ji xeynî Amed û navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê hîn jî zelal nebûne. Kîjan bajar û navçe dê di kîjan rojê de pêk bê piştî civînan dê ji raya giştî re bê ragihandin lê newroza îsal dê ji ber hilbijartina 14ê Gulanê bi germahiya hilbijartinê pêk bê.

Serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mihemed Kamaç got, “Ev hilbijartina hanê jî ji bo kurdan wateyeke wê ya dîrokî heye; hem ji bo yekitiya neteweyî li Bakurê Kurdistanê, hem ji bo yekîtiya çar perçeyên Kurdistanê û hem jî divê em peyamek bidin siyaseta hemû cîhanê.”

Li kuçe û kolanan rojeva sereke erdhej e lê daxwaza beşdariya pîrozbahiyên Newrozê jî li pêş e.

Ajokar Yaşar Ozguler got, “Em bi zarokan re diçin. Em ji xwe re temaşe dikin.”

Welatî Denîz Çalişkan anî ziman, “Em diçin Newrozê, îsal jî em ê herin bê qeza û bê bela. Em ê zarokên xwe jî bidin dû xwe û em ê herin. Ma em çawa narin?”

Welatiyekî anî ziman, “Bi qasî dinyayê ji Newrozê hez dikim. Newroz newroza me ye. Rengê me ye.”

Arkeolog Mesûd Vural got, “Em hazir in, Amed jî hazir e.”

Newroz ji salên 90î heta niha tenê di sala 2020an de nehatibû pîrozkirin. Sedema wê jî nexweşiya Coronayê bû. Newroz par li 72 bajar û navçeyan bi beşdariyeke mezin hatibû pîrozkirin.