Amed: Tifaqa Kurdistanî li ser hilbijartinê civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên di nav Tifaqa Kurdistanî de bi mazûvaniya DBPê ji bo nîqaşkirina hilbijartinên 14ê Gulanê li hev civiyan.

Tifaqa Kurdistanî li ser biryara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji nû ve nîqaşkirina diyarkirina berbijêrê serokomariyê civiya.

Civîna bi mazûvaniya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya ji bo nirxandina biryara HDPê li Navenda Ragihandinê ya Navenda Giştî ya HDPê ya Amedê pêk hat.

Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PIA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşiti, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek, Komeleya Demokratîk a Şoreşger Halîm Îpek û ji Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (KDP-T) Mehmet Emîn Kardaş û parlamenterên HDPê Necdet Îpekyuz, Îmam Taşçier û Nusrettîn Maçîn beşdar bûn.

Tifaqa Kurdistanî wê nêrîna xwe ya li ser helwesta ku wê di hilbijartinên serokkomariyê de nîşan bide û meyla xwe ya ji bo diyarkirina berbijêr ji HDPê re ragihîne.

HDP piştî hevdîtina bi aliyan re wê nêrîna xwe ya ji bo diyarkirina berbijêrê serokomariyê di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê de bîne ziman. Biryara dawî dê di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê de bê dayîn û ji raya giştî re bê eşkerekirin.