33 saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan Amedsporê

10-03-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Bursaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 33 sazî û rêxistinên civaka sivîl bi sedema êrîşên Bursasporê bo ser yarîzanên Amedsporê daxuyaniyeke hevbeş dan û daxwaz kirin ku derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê kirin.

Karvedanên êrîşa alîgir û yarîzanên Bursasporê bo ser tîma Amedsporê berdewam in.

33 sazî û rêxistinên civaka sivîl roja Înê 10ê Adara 2023an derbarê êrîşên Bursasporê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Êrîşên nîjadperest ku alîgir û yarîzanên Bursasporê ji bo ser tîma Amedsporê kirine ne tenê sucê mirovatiyê ye di heman demê de çalakiyeke rêxistinkirî ya dijî demokrasî û aştiya navxwe ya Tirkiyê ye.”

Bi giştî sazî û rêxistin piştgiriya xwe bo Amedsporê diyr dikin û daxwaza wan ew e ku berpirsên rê dane van êrîşan û berpirsên din bên zelalkirin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.

Doh 9ê Adarê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê derbarê bûyerên di wê lîstikê de ragihandibû ku Bursaspor hatiye cezakirin ku 9 lîstikan bê temaşevan bilîze. Lê dijî vê biryarê nerazîbûna Amedsporê çêbûbû ku divê biryarek bihêztir bê wergirtin.

5ê Adarê roja Yekşemê li parêzgeha Bursayê lîstika Amedspor û Bursasporê hebû lê alîgirên Bursasporê ji êvar de bi sloganên nîjadperest xwestin êrîşî yarîzanên Amedsporê bikin. Herwiha di nav stadyumê de jî yarîzan û alîgirên Bursasporê êrîşî yarîzanên hemberî xwe kirin û çend ji wan birîndar jî kirin.

Di lîstikê de alîgirên Bursasporê pankartên endamê JÎTEMê Mahmut Yildirim ê bi nasnavê "Yeşîl" û wêneyên "Torosên Spî" vekiribûn.

Li ser vê yekê di medya civakî de nerazîbûn çêbûbû û Federasyona Futbolê ya Tirkiyê hatibû etîketkirin û daxwaza betalkirina lîstikê hatibû kirin. Piştî lîstikê lêpirsîn hatibû destpêkirin û 10 kes girêdayî bûyeran hatibûn desteserkirin lê ew kes piştî du rojan hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst