Li ser rêya Akrê qezaya trafîkê: Hejmareke zêde ya mirî û birîndaran heye

10-03-2023
RÛDAW
Li ser rêya Akrê qezaya trafîkê: Hejmareke zêde ya mirî û birîndaran heye
Li ser rêya Akrê qezaya trafîkê: Hejmareke zêde ya mirî û birîndaran heye
Nîşan Akrê Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Polîsê Çûnûhatinê ya navçeya Akrê ya Duhokê ji Rûdawê re ragihand, li ser rêya Akrê-Rovya ya parêzgeha Duhokê di encama bûyereke çûnûhatinê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne ku 6 jê zarok in.

Berdevkê Polîsê Çûnûhatinê ya Akrê Karwan Muftî îro Înê ji Rûdawê re ragihand, qeza di navbera du otomobîlên taybet de rû daye, ragihand ku birîndar birine Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Akrê.

Bûyer li çarrêyên nahyeya Girdesênê qewimiye ku Berdevkê Rêveberiya Polîsê Akrê Îmad Husên ragihand 10 kes birîndar bûne ku 6 jê zarok 3 kes jî jin in ku birîna yekê giran e.

Li aliyê din Berdevkê Tendirustiya Akrê Nêçîrvan Herkî ji Rûdawê re ragihand ku ji bilî birîndareke ku birînên wê giran in, birîndarên din Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Akrê tên dermankirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di qezayê de Mihemed Mewlûd ê 25 salî û Îlham Îsmaîl a 25 salî canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst