Wezîra Derve ya Almanyayê: Divê cîhan bizanibe ku li cihê bi navê Şingalê jenosîdeke li dijî mirovahiyê pêk hatiye

10-03-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Annalena Baerbock Kurdên Êzdî Jenosîda Kurdên Êzdî Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir ku hikûmeta Almanyayê dê piştgiriya Kurdên Êzdî bike û alîkariya wan bike da ku koçberên Êzdî vegerin warên xwe.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ji bo ku wêraniya ku DAIŞê di navbera salên 2014-2015an de li Şingalê li pey xwe hişt li cih lêkolîn bike serdana Şingalê kir.

Baerbock piştî Şengalê serdana gundê Koço yê ku Kurdên Êzdî ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞ’ê ve rastê komkujeyeke mezin hatibûn kir.

Li vir, Baerbock, li wêneyên kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin an kuştin nihar û bi malbatên qurbaniyan re sohbet kir.

Wezîr Baerbock goristana gundê Koço ziyaret kir û çeleng danî ser gorên kurdên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn qetilkirin.

Baerbock li şêniyên gundê Koço guhdarî kir û got ku ew ê hem li welat û hem jî li qada navneteweyî ji bo alîkariya Kurdên Êzidî bixebitin.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li vir ji peyamnerê Rûdawê re axivî û got “Divê cîhan bizanibe ku 8 sal berê li cihê bi navê Şingalê jenosîdek li dijî mirovahiyê pêk hat. Li vir mêr, jin û zarok hatin kuştin. Jin û keç hatin revandin û windakirin.”

Parlamentoya Almanyayê di 19ê Çile de jenodîsa Kurdên Êzdî nas kir. Li ser vê mijarê Annalena Baerbock got “Em naxwazin jenosîda Êzdiyan bibînin û paşguh bikin. Em bi qurbaniyan re ne, em naxwazin nifşek din vê jenosîda li dijî mirovahiyê jibîr bike.”

Wezîra Derve ya Almanyayê da zanîn ku ew ê li cem Êzidiyan bin û dibêje “Em ê li vir bi wan re bin û alîkariya koçberan bikin ku vegerin warê xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst