کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Kiliçdaroglu li Amedê li ser pirsa Kurd ti peyameke zelal neda

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

10-03-2022

Nûçeyên Têkildar

Aliyên Ereb 4 postên Kurdan ên li Kerkûkê radest nakin
Kurdistan29-06-2026

Aliyên Ereb 4 postên Kurdan ên li Kerkûkê radest nakin

Parlamenterê AK Partiyê: Heta payîzê dê qanûna çareseriyê derkeve
Kurdistan29-06-2026

Parlamenterê AK Partiyê: Heta payîzê dê qanûna çareseriyê derkeve

Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn
Kurdistan29-06-2026

Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

Amed (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu serdana Amedê kir. Kiliçdaroglu di vê bernameya xwe de li navçeya Sûrê ya Amedê serdana dikandaran jî kir. Di rojeva wî de zêdetir qeyrana aboriyê hebû. Li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd tu peyameke zelal neda.

Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP)ê Kemal Kiliçdaroglu, serdana bajarê Amedê kir. Kiliçdaroglu yekser berê xwe da serdana dikandarên navçeya dîrokî Sûrê.

Kiliçdaroglu ji axaftinê zêdetir guhdarî kir. Daxwaza sereke ya dikandaran jî qeyrana aboriyê û buhabûna kel û pelan bû. Beşek ji dikandarên ku derdê û daxwazên xwe ji Kiliçdaroglu re gotin, ji serdana wî kêfxweş bûn. Beşek ji wan rengê dengê xwe jî bêyî nav lê bikin eşkere kirin.

Dikandarê Sûrê Soner Can got: “Wileh jidil bû. Ka em lê binêrin. Wext dê nîşan bide. Hêviya min qet jê tune ye. Yê me diyar e. Yê me diyar e.”

Welatiyekî din got: “ Serokê me ye. Baş e ku hatiye vê derê.”

Ji sala 1989an û vir de cara yekemîn e ku CHP li kuçe û kolanên bajarên Kurdan rastê eleqeyeke evqas mezin tê.

Dengbêjên Amedê ji Kiliçdaroglu re kilam gotin û wî jî guhdarî kir. Paşê Kemal Kiliçdaroglu bi nûnerên saziyên sivîl û muxtaran re civînek li dar xist. Di rojeva wî de ji çareserkirina pirsa kurd zêdetir çareserkirina pirsgirêkên aboriyê hebû.

Kiliçdaroglu got: “Em ê Diyarbekirê, Mêrdînê, Ruhayê bikin navendeke sereke ya hilberînê. Ji bo enerjiya rojê gelek zevî hene. Bi hezaran donumên vala hene. Em dikarin bi 3 milyar dolaran razemeniyeke baş li ser van bi hezaran donum zeviyan çêkin. Li şeş bajarên herêmê em ê elektrîkê bê pere bidin cotkaran.”

Kiliçdaroglu di serdana xwe ya Amedê de bi merasimek rozetên kesên ku nû bûne endamên CHPê jî bi wan ve kir. Di rojeva kesên ku lê guhdar kirin de hem qeyrana aboriyê û hem jî pêkanîna aştiyeke mayînde hebû.

Welatiya bi navê Zeynep Azboy jî got: “Kar tune ye. Her tişt buha ye. Em çi bikin? Em feqîr in. Feqîr û hejar mirin. Ger bi xêr be bila Kiliçdaroglu qezenç bike, ger ne bi xêr be bila neke.”

Welatî Gulîstan Rana jî dibêje: “Bi ev şer bisekine. Em guneh in. Em feqîr in. Dolar radibe, zêr radibe, qeweta me tune ye. Em arvan jî bigrin, şekir jî bigrin. Zarokên me hemû bêkar in.”

Welatî Samiye Gokaral jî wiha axivî: “Înşela dê aştî çêbe û ev şer biqede. Bi saya xwedê û bi saya milet ev şer înşela dê bi dawî bibe.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilçdaroglu beriya demekê du caran xwestibû serdana Amedê bike. Lê carek ji ber berfa dijwar û carekî jî ji ber karekî xwe yê taybet serdana xwe ya bo Amedê betal kiribû.

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

10-03-2022

Nûçeyên Têkildar

Aliyên Ereb 4 postên Kurdan ên li Kerkûkê radest nakin
Kurdistan29-06-2026

Aliyên Ereb 4 postên Kurdan ên li Kerkûkê radest nakin

Parlamenterê AK Partiyê: Heta payîzê dê qanûna çareseriyê derkeve
Kurdistan29-06-2026

Parlamenterê AK Partiyê: Heta payîzê dê qanûna çareseriyê derkeve

Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn
Kurdistan29-06-2026

Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

Pirsên