Penaberên Rojavayê Kurdistanê roja cilûbergên Kurdî pîroz kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi minasebeta Roja Netewî ya Cilûbergên Kurdî, li Kampa Berdereş a penaberên Rojavayê Kurdistanê li Duhokê çalakiyek li dibistana wê kampê hat li darxistin.

Di wê çalakiyê de Rêveberê Perwerdeya Dareşikran jî amade bû û ev seredan ji bo kampê bi karekê pêwîst diyar kir.

ji aliyê din ve xwendekar li gel kesûkarên wan bi cilûbergên Kurdî amadebûn.

Yek ji wan xwendekaran dibêje ew şanaziyê bi van cilûbegan dibin ji ber ku ev cil yek ji sembolên Kurdayetiyê ye.

Herwiha keçeke din ku cilê pêşmergeyan liber xwe kiribû got ku  ji ber kar û çalakiyên Pêşmergeyan wê ev cilê li ber xwe kiriye.