Kiliçdaroglu li Amedê dest bi civîn û hevdîtinên xwe kir

10-03-2022
RÛDAW
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro li Amedê serdana gelek cihan kir.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro li Amedê serdana gelek cihan kir.
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ku bi serdanekê li Amedê ye, îro bi nûnerên jinan, rîsipî, muxtar û saziyên sivîl re civiya û esnafên Sûrê ziyaret kir. Kiliçdaroglu herwiha îro çû Mala Dengbejan û li awazên Kurdî guhdarî kir.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, doh bi şev gihîşt Amedê û ji aliyê berpirs û alîgirên partiya xwe ve bi dihol û zirnê û bi şahî û dîlanê hat pêşwazîkirin.

Kiliçdaroglu, doh bi şev destpêkê li Mala Mamosteyan bi sê malbatên ku li pêş avahiya HDPê ya Amedê çalakiya rûniştinê dimeşînin, hevdîtin kir.

Kilicdaroglu, îro sibehê li hotêla Dîwan bi serokê Weqfa Tahir Elçî û hevjîna Elçî Turkan Elçî, Serokê Meclisa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Nevîn Îl, Ayşe Çelîk a ku wek mamosta Ayşe tê naskirin, berbijêra dadgeriya Destûra Bingehîn Zulal Erdogan û yekem parêzera serbixwe ya Amedê Ferîde Laçîn re civiya û taştê bi hev re xwarin.

Di hevdîtinê de gelek mijarên wek çareseriya Pirsgirêka Kurd, perwerdeya bi zimanê dayikê, krîza aborî, bêkarî, girtiyên nexweş, girtin û darizandinên siyasî, gavên demokratîkbûnê û pirsgirêkên ciwanan hatin nîqaşkirin.

Piştî wê jî li navçeya Sûrê ya bajarê Amedê serdana dikandar û Mala Dengbêjan kir û guhdariya kilamên Kurdî kir, herwiha li pirsgirêkên kasibkarên vê bazarê guhdarî kir.

Di serdana bo nav esnafan û Mala Dengbêjan de, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî bi Kemal Kiliçdaroglu re bû.

Kiliçdaroglû li ser gazincên esnafan ên ji buhabûnê guhdarî kir, pirs ji wan kir. Esnafan jî ji bo pirsgirêkên aborî û civakî û bi taybet Pirsgirêka Kurd daxwaza çareseriyê li Kiliçdaroglu kirin.

Serokê Giştî yê CHPê got, “Em ji zehmetiyên heyî agahdarin. Ji xwe ji ber vê yekê jî em li vir in. Hêvîdar im di heyama pêş de em van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.”

Kiliçdaroglu li ser gotina yek ji muxtaran a li bajêr "Em li pey diza ne" da zanîn ku pirsgirêka herî girîng li welat bêkarî ye û kesên nan dibin malên xwe serî li van rêbazan nadin.

Serokê Giştî yê CHPê herwiha bi rîsipî, muxtar û saziyên sivîl ên bajêr re jî civînek saz kir.

Di berdewamiya bernameya serdana xwe ya Amedê de, Kiliçdaroglu piştre li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç beşdarî Merasima Tevlîbûna Endaman a partiya xwe bû. Kiliçdaroglû li ser navê 1300 kesên ku endamên CHP'ê ne nîşan û logoya partiya xwe diyarî hin endamên nû kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst